ŞERQ EL-EWSAT: Amerîka "Belgeya Tirkiyê" bi kar tîne da ku nehêle Rûsya li Lîbyayê baregehekê ava bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i316390-Şerq_el_ewsat_amerîka_belgeya_tirkiyê_bi_kar_tîne_da_ku_nehêle_rûsya_li_lîbyayê_baregehekê_ava_bike
Derbarê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Ji ber gelek sedeman, Lîbya her di rojeva cîhana Ereban û ya navdewletî de ye, niha jî xuya ye ku bûye rojeva dewletên mezin û bûye mijara şerên veşartî, di nav de jî "Şerê sar" ku niha li ser axa Lîbyayê di navbera Amerîka û Rûsyayê de li dar e."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2020 14:03 Asia/Tehran
  • ŞERQ EL-EWSAT: Amerîka

Derbarê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Ji ber gelek sedeman, Lîbya her di rojeva cîhana Ereban û ya navdewletî de ye, niha jî xuya ye ku bûye rojeva dewletên mezin û bûye mijara şerên veşartî, di nav de jî "Şerê sar" ku niha li ser axa Lîbyayê di navbera Amerîka û Rûsyayê de li dar e."

Li gorî rapora Hawar Newsê, Rojnameya ŞERQ EL-EWSAT her wiha nivîsîye: "Êrişên Tirkiyê hişt ku çeteyên Rûsyayê ‘Wagner’ ji şerê Terablusê vekişin, lê geşedaneke ji nişka ve, pelik dîse tevlihev kirin. Balafireke şer a MiG-29 li baregeha Cefrayê ya li navenda welêt danî da ku piştgiriya "çeteyên Rûsyayê" bike, li gorî ku fermandariya Amerîkayê ya li Afrîkayê AFRICOM`ê ragihandiye.”