Serokên koma 20 ji bo kokbirkirina Koronayê soz dan
Serokên koma welatên pêşketî di warê pêşe û senetê ya bi navê G-20 duh di civîna xwe ya bi vîdeo-konferansê de berbelavbûna vîrûsa Koronayê niqaş kirin û ji bo kokbirkirina Koronayê soz dan.
Serokên koma 20 ji bo ku rê li ber belavbûna vîrûsa Koronayê bigirin civîna xwe ji nav welatên xwe bi riya Vîdeo-Konferansê li dar xistin.
Aerokên van welatan di daxuyaniyeke hevpar de ji bo kokbirkirina Koronayê soz dan her karê ku ji destê wan tê bikin. Wan soz dan canê welatiyên xwe li ber vîrûsa Koronayê biparêzin û ji bo parastina kar û mal û heyiya wan her karekî ku ji destê wan tê bikin.
Di vê daxuyaniyê de serokên welatên G-20 kar û xebatên ku divê li ber Koronayê bikin bi eşkera şirove nekirine, lê wan soz dane bi lezgînî û bi pêngavên pêwîst vê krîzê ji nav bibin. Wan herwiha ragihandin ku ji bo jinavbirina Krîza Koronayê li cîhanê bereyeke hevgirtî pêk bînin û 5 trîliyon dola bêxin nav abora cîhanê ji bo tunekirina bandorên vê krîzê û gişt amêrên heyî bona kêmkirina xisarên vê krîzê bikar bînin.