3 Alîkarên Bolton jî terka Qesra Sipî dan`
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i308202-3_alîkarên_bolton_jî_terka_qesra_sipî_dan
Bi dû derxistina Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê 3 Alîkarên pillebilind ên wî jî terka Qesra Sipî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 12, 2019 12:01 Asia/Tehran
  • 3 Alîkarên Bolton jî terka Qesra Sipî dan`

Bi dû derxistina Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê 3 Alîkarên pillebilind ên wî jî terka Qesra Sipî dan.

Gert Marks û Sara Tînzlî ku karên mêdyayî yên Rawêjkarê Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê John Bolton dikirin, ragihandin ku dawîn roja karê wan li Qesra Sipî ye.

Kirîstîyen Samoêlîyan jî ku Alîkarê Yekem ê Bolton bû, biryara xwe ya terikandina Qesra Sipîyê ragihandîye.

Niha Charles Copeman ku berî vîya Alîkarê Rawêjkarê Ewlehîya Netewî bû bi awayekî demkî hatîye dewsa Bolton.