Nîsan 07, 2021 20:36 Asia/Tehran
  •  Hefter xwest hikumeta demkî çeteyan ji Lîbyayê derxe

Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Mûşîr Xelîfe Hefter hêvî kir ku Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya demkî çeteyan ji Lîbyayê derxe.

Mûşîr Xelîfe Hefter destnîşan kir ku artêşa Lîbyayê hîna xurt e û amadekariyên xwe zêde kirine.

Hefter li pêş efserên artêşê wiha got: “Heta ku serweriya welêt venegere, sînorên wê û baregehên leşkerî û ava hêrêmî bi ewle nebe, wê cenga şeref û rûmetê bi dawî nebe. Divê hûn her tim amade û hişyar bin da ku hûn erkên xwe di demê de pêk bînin.”

Hefter her wiha hêvî kir ku Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya demkî çeteyan ji Lîbyayê derxe, tedbîrên ewlehiyê deyne û piştigriyê bide hêzên çekdar ên Lîbyayê û saziyên polîsan da ku erka xwe ya pêkanîna aramî û îstiqrarê pêk bînin, her wiha li dijî sûcdaran qanûnê ferz bike ji bo ku Lîbya bi ewle bibe.

Hefter li ser belavbûna komên çekdar û mîlîsan ji 2011`an ve û heta niha, mixabiniya xwe anî ziman û got: “Hêzên çekdar misogeriya îstiqrara siyasî, aborî û civakî ne.”

Piraniya hêzên çete û terorîst li Lîbyayê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê derbasî nav Lîbyayê bûne ji bo ku piştgiriya hikûmeta Wifaqa Nîştimanî bikirina.

Serepeyv