NASA'yê têkildarî qutbûna karebaya Erdê ji ber bahoza Rojê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i354781-nasa'yê_têkildarî_qutbûna_karebaya_erdê_ji_ber_bahoza_rojê_hişyarî_da
Li dû belavbûna hin nûçeyan derbarê qewimîna bahozeke Rojê ya mezin, NASA'yê derbarê qutbûna GPS'ê û qutbûna karebaya Erdê hişyarî da.
(last modified 2025-05-22T10:21:28+00:00 )
May 22, 2025 12:20 Asia/Tehran
  • NASA'yê têkildarî qutbûna karebaya Erdê ji ber bahoza Rojê hişyarî da

Li dû belavbûna hin nûçeyan derbarê qewimîna bahozeke Rojê ya mezin, NASA'yê derbarê qutbûna GPS'ê û qutbûna karebaya Erdê hişyarî da.

Li gorî rapora ISNA'yê, NASA'yê li pey zêdebûna çalakiyên Rojê, hişyariyeke asta bilind derxistiye û ragihandiye ku bahozên Rojê yên bihêz dikarin sîstemên GPS'ê, têkiliyên radyoyî û heta binesaziyên karebayê di rojên bê da aloz bikin.

Karzan pêşbînî dikin ku di rojên bê da bi zêdebûna çalakiyên Rojê, aloziyên setlaytan, aloziyên navîgasyonê û qutbûna têkiliyan biqewimin.