Pûla Roja Neteweyî ya Bijareyan hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i351539-pûla_roja_neteweyî_ya_bijareyan_hat_nimandin
Li rex dora 14an a Komcivîna Neteweyî ya Bijareyan û bi amadebûna Serokkomar, Pûla Roja Neteweyî ya Bijareyan hat nimandin.
(last modified 2024-10-01T12:35:37+00:00 )
Çirî 01, 2024 13:15 Asia/Tehran
  • Pûla Roja Neteweyî ya Bijareyan hat nimandin

Li rex dora 14an a Komcivîna Neteweyî ya Bijareyan û bi amadebûna Serokkomar, Pûla Roja Neteweyî ya Bijareyan hat nimandin.

Li gor rapora ISNAyê,  Dora 14an a Komcivîna Neteweyî ya Bijareyan bi dirûşma "Bijare; hikimranên zanistbingeh" vê sibê bi amadebûna Dr. Mesûd Pizişkîyan Serokkomar, Dr. Hisên Efşîn Alîkarê zanist, Teknolojî û Abora Zanistbingeh ê Serokkomar û Dr. Sîmayî Serraf Wezîrê Zanistê dest pê bû.

Ev komcivîn bi armanca raberkirina zemîneyekê ji bo danûstandina bijareyan, vekolandina pirsgirêk û derfetên pêşerî wan û bihêzkirina rola bijareyan di hikimranî û plandarêştina siyasetên welêt, rêzgirtina li bijareyên sereke û dabînkirina derfetan ji bo avakirina şebekeyan navbera bijareyan û berpirsên cihêner ên welêt her sal tê lidarxistin.

Îro 10ê meha Mêhrê ya Koça Hetawî (1ê Cotmeha 2024an) bi boneya roja jidayîkbûna Şehîd Dr. Mistefa Çemran wek "Roja Neteweyî ya Bijareyan" hatiye binavkirin.