Nîsan 27, 2024 19:53 Asia/Tehran
  • Hişê Çêkirî û guherîneke bingehîn di warê medyayê da

Karzanên warê medyayê bawer in ku hişê çêkirî (Artificial intelligence) va ye rojnamevaniyê digherîne û di demeke kurt da guherîneke bingehîn di ekosîstema medya û berhemanîna naverokên nûçeyî da pêk tîne.

Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Tech Explorer'ê, David Caswell ji karmendên berê yên Yahoo û BBC News Labs'ê wek baskê dahêneriyê ya Kanala inglîzî ya BBCyê ev yek di halekî da anî ziman ku rêberên pêşeya medyayê li bajarê Prociyayê yê Îtalyayê bi mebesta behsa li ser pirsên herî mezin ên li pêşberî kar û pêşeya nûçevaniyê li hev civiyane.

Wî di bersiva vê pirsê da ku "Tu rojnamevaniya pêşerojê çawa dibînî?", got: Em nizanin, lê tiştê ku emhewl didin û pêk tînin eva ye ku em hemî îhtimalan an beşeke zêde ya îhtimalan nas bikin.

Caswellî got: Bi bawera mijn hin tişt xuyatir dibin û yek ji van mijaran ev e ku îhtimal heye gellek medya dê bi rêya makîneyan werin avakirin; vêca makîne dê xebateke zêdetir di warê berhevanînê da pêk bînin û dê xebateke wan a zêdetir di warê berhemanîna naverokên medyayî weke deng, dîmen û nivîsan hebe.

Vî karzanî got: Ev yek di ekosîstema zanyariyan bi awayê giştî û bi ekosîstema nûçeyî da bi awayekî taybet guherîneke gellekî bingehîn e; ev ekosîstem anegorî tiştê ku em niha tê da ne, xwedî ciyawaziyeke pêkhateyî û nijyarî ye. Em nizanim ka ev guherîn dê heta kengî berdewam be; dibe ku du, çar an heft salan be.

Wî her wiha got: Xelkê hewcetî bi amûrpên nû û hişkalavên nû tinene; her wiha hewcetiya wan bi pereyekî zêde wek berhemêner û zanist û tecrubeya teknîkî tine. Hemî tiştên ku di nifşa pêşîn a hişê çêkirî da wek berbend û astengî dihat zanîn, vê demê bi xêra hişê çêkirî êdî wek astengî nayên hesibandin.

Vî karzanî di bersiva vê pirsê ku guherînên herî nû di odeyên nûçeyan (Newsroom) da kîjan in, got: Rêzek ji guherînan di amûrên nû ye ku pêvajoya xebata hişê çêkirî mumkin dike; wek mînak Rojnameya JP/Politikens li Danîmarkê herî zêde bala xwe daye ser vê yekê ku berhem û çalakiyên xwe yên niha kêrhatîtir bike. Lêbelê ev yek her wiha binemayek ji bo derbasbûna berhemên wan, karmendên wan û çalakiyan bo nav vê cîhana nû ya hişê çêkirî ye. Her wiha Google vê demê amûreke bi navê Genesis'ê jin bo weşangera test dike.

Wî têkildarî xerc û lêçûnên van çalakiyan got: Di dehsaliya raborî da ev xebat gellekî dijwar û pirrxerc bûn. Pêwîstiya van karan bi gellek datayan û sûdwergirtina ji pisporên datayê û hevkariyan difgel Amazon an Google'ê bû. Wî got: Tenê enstîtûyên weke BBC û New York Times'ê dikarîn karekî wisa bikin. Lêbelê bi hişê çêkirî yê berhemêner êdî rewş ne bi wî rengî ye. Hûn dikarin pêvajoya xebata nûçevaniyê bi rêya hin navbestan (interfaces) pêk bînin ku lêçûna wan a mehane 20 dolar e.

Wî her wiha got: Xetera ku dijî rojnamevaniyê heye ev e ku rêxistinên din weke Startup û kompaniyên teknolojiyê hin xebatên di warê nûçeyan da bileztir ji cîhana nûçeyan pêk bînin û hin startup'an bi giştî beşa xwe ya edîtoriyê tinene.

Serepeyv