'Keskesor' li ser seyrokeke derveyî Pergala Rojê hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347541-'keskesor'_li_ser_seyrokeke_derveyî_pergala_rojê_hat_dîtin
Lêkolerên stêrknas û astrofîzîkê diyardeyeke weke Keskesorê li seyrokeke dûrî Pergala Rojê dîtine ku dikare ji bo naskirina refkesên ronahiyê ji golan li seyrokên mazûvan ên îhtimalî yarmetiyê bide.
(last modified 2024-04-10T10:17:49+00:00 )
Nîsan 10, 2024 13:26 Asia/Tehran
  • 'Keskesor' li ser seyrokeke derveyî Pergala Rojê hat dîtin

Lêkolerên stêrknas û astrofîzîkê diyardeyeke weke Keskesorê li seyrokeke dûrî Pergala Rojê dîtine ku dikare ji bo naskirina refkesên ronahiyê ji golan li seyrokên mazûvan ên îhtimalî yarmetiyê bide.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê ScienceDaily'yê, Teleskopa fezayî ya CHEOPS'ê ku navenda wê ya operasyonê li Zanîngeha Jenevê bi cih bûye, hin zanyariyên nû li ser seyroka seyr û ecêb a WASP-76b li derveyî komseyroka Pergala Rojê raber kirine.

Ev seyroka ezamet a gellekî bi tîn bi hevdudaniyeke nehevseng a asta ronahiya vedîtî di navbir an siya sînorî (terminator) ya rojhilat û ronahiya vedîtî li siya sînorê wê yê rojava hatiye naskirin. Navbir an siya sînor di rastiyê da xêzeke sêwirandî ye ku aliyê şevê yê seyrokê ji aliyê wê yê rojê vediqetîne.

Wisa tê gumankirin ku ev rewşa ecêb ji ber 'Vebiriqîn'ê (glory) be ku diyardeyeke rohnî weke keskesorekê ye.

Ev vebiriqîn di demekê da diqewime ku rojahiya teyîsî ji strêka ku ev seyrok bi dora wê digere, ji aliyê ewrên çêbûyî ji madeyên hevteşe tê veteyîsandin. Eger ev teorî were piştrastkirin, eva dê yekem babeta naskirina vê diyardeyê li derveyî Pergala Rojê be.

Ev xebata lêkolînî ku bi hevkariya Rêxistina Fezayî ya Ewropayê (ESA) û Zanîngeha Bernê ya Swîsê pêkhatiye, li KOvara "Stêrknasî û Astrofîzîkê" hatiye weşandin.