Mûşeka Space One'ê piştî avêtinê ji binkeya Japonê teqiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347074-mûşeka_space_one'ê_piştî_avêtinê_ji_binkeya_japonê_teqiya
Mûşeka setlaythilgir a Kompaniya Space One'ê roja Çarşemiyê çend kêliyan piştî ku ji binkeya fezayî li rojavayê Japonê hat avêtin, teqiya.
(last modified 2024-03-13T12:40:01+00:00 )
Adar 13, 2024 16:09 Asia/Tehran
  • Mûşeka Space One'ê piştî avêtinê ji binkeya Japonê teqiya

Mûşeka setlaythilgir a Kompaniya Space One'ê roja Çarşemiyê çend kêliyan piştî ku ji binkeya fezayî li rojavayê Japonê hat avêtin, teqiya.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê ajansa Kyodo News'ê, Space One'ê hewl dida bibe yekem kompaniya taybet a Japonê ku setlaytan dişîne xolgeha Erdê. Lê vê kompaniyê nekarî mûşeka 18 mitrî ya Kayrosê ji binkeya fezayî ya Keyê li bajarê Koşîmotoyê li Parêzgeha Wakayamayê bişîne fezayê.

Piştî vê teqînê Space One'ê ragihand ku kiryarên "Kiryarên dawiya firrînê" dest pê kirine.

Space One sala 2018an hatiye damezirandin û bi dû ticarîkirina xizmetên fezayî bi kêmkirina lêçûnan û raberkirina avêtinên mûşekî bi frekansa bilind e. Vê kompaniyê dil heye heta dehsaliya 2030î her sal 30 mûşekan bavêje fezayê.