Cotmeh 11, 2023 06:57 Asia/Tehran
  • Oksîtosîn çiye û çawa çêdibe?

Oksîtosîn hormonek pepetîdî ye û ji neh asîdên amînî pêk tê.Temenê nîvbûnê ya oksîtosînê bi qasî 6 xulek e. Di laşê mêyan de oksîtosîn bandor li ser girjbûna malzarokê û rijênên şîrê dike.

Di dirêjiya ducaniyê de derdana oksitosînê ji aliyê êstrocen û procesteronê ve tê astengkirin. Di dawiya ducaniyê de derdana herdu hormonan ji nişka ve dadikeve û derdana oksîtosînê jî zêde dibe.

 Di diwarê malzarokê de hejmara wergirên oksîtosînê zêde dibe. Loma hestiyariya malzarokê bo oksîtosînê zêdetir dibe. Oksîtosîn stûyê malzarokê sist dike, loma stûyê malzarokê fire dibe û dergûş dikeve coga zarokanînê. Firehbûna stûyê malzarokê jî derdana oksîtosînê zêde dike.

Oksitosîn girjbûna xaneyên lûsemasûlkeyê yên derdora rijênên şîrê han dike, bi vî awayê şîr ji gopik memikê diherike.

Di dema zarokanînê de an jî di dema şîrmijîna dergûşê de derdana oksîtosînê bi rêbaza paşragihandina erenî (bi înglîzî:positive feedback) tê rêkxistin.

Serepeyv