NY'yê derbarê metirsiyên Hişê Çêkirî hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i342597-ny'yê_derbarê_metirsiyên_hişê_Çêkirî_hişyarî_da
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê dûhatên xeternak ên bikaranînê leşkerî û ne-leşkerî yên Hişê Çêkirî li dijî aştî û ewlehiya cîhanî hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 20, 2023 14:59 Asia/Tehran
  • NY'yê derbarê metirsiyên Hişê Çêkirî hişyarî da

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê dûhatên xeternak ên bikaranînê leşkerî û ne-leşkerî yên Hişê Çêkirî li dijî aştî û ewlehiya cîhanî hişyarî da.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Antonio Guterreş, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemiyê got: Bikaranîna xêrnexwazane ya sîstemên Hişê Çêkirî ji bo armancên terorîstî, sûc an dewletî dikare berûlayên wehşetnak ên mirin, wêranî û ziyanên derûnî yên berfireh pêk bîne.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di yekem civîna Konseya Ewlehiyê bi navê Derfet û Xeterên Hişê Çêkirî ji bo Aştî û Ewlehiya Navneteweyî da tekez kir:

Êrîşên sayberî yên bi rêya Hişê Çêkirî binesaziyên bingehîn û operasyonên parastina aştiyê û yên mirovdostane dikin armanc û dibin sebeba ded û rencên mirovî yên mezin.

Wî got: Danûstandina navbera Hişê Çêkirî û çekên navokî, biyoteknolojî, Noroteknolojî û Robotîkê gellekî nîgeranker e.

Guterreş got: "Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirov derbarê vêya ku Hişê Çêkirî dikare bibe sebeba xurtkirina tasîb û serhişkiyan, cihêkarî û çavdêriyên zorbêjane, nîgeranîya xwe diyar kiriye."