Baş e bizanî
-
Înterneta Heywanan dê sala 2025an were damezirandin!
Îlon 01, 2024 13:46Lêkoleran di lêkolîneke nû da dixwazin şopgerên biçûk ên ku bi enerjiya tavê dixebitin li heywanên cûrbicûr û heta li qerselan (qeşayên kombûyî li xwezayî) û bermahîkên nav oqyanûsan girêbidin da ku bi vê rêyê zanyariyên zêdetir li ser jiyana ajelan û xwezayê bi dest bînin.
-
Erdhej çend mehan beriya qewimînê tên pêşbînîkirin!
Tebax 31, 2024 17:32Şêwaza nû ya xuliqandî ji aliyê zanyarên amerîkî va dikare qewimîna erdhejan ji çend meh pêştir va pêşbînî bike.
-
Yekem goristana bermahîkên navokî bi zûtî dê were amadekirin
Tebax 30, 2024 17:50Peyva 'Onkalo' ku di Zimanê Fenlandî da wateya "Çalik" dide, navek e ku ji bo binkeyên plandarêştî hatiye bijartin ku bermahîkên sotemeniya navokî bo sedsalên bê tê da tên veşartin.
-
Înterneta Kuwantûmî di rê da ye
Tebax 29, 2024 17:26Cerribandineke nû pêkhatina Înterneta Kuwantûmî pêngavek li rastiyê nêziktir kiriye.
-
ChatGPTya îranî bi sazgariya herî zêde digel Zimanê Farisî dikeve xizmeta mişteriyên sazûmanan
Tebax 28, 2024 21:12Mihendisên bernamenivîs ên kompaniyeke Startupê ya bicihbûyî li Parka Zanist û Teknolojiyê ya Xorasanê modeleke zimanî ya ChatGPTyê ji bo sûdwergirtina li sazûmanan raber kirine û li gor gotina wan, ev berhem sazgariya herî zêde digel Zimanê Farisî û Rêzimana Farisî dabîn dike.
-
Modeleke Hişê Çêkirî ya nû dikare nivîsên 10 hezar peyvî berhem bîne
Tebax 26, 2024 19:14Pirsgirêkeke sereke ku modelên zimanî yên mezin rastî wê tên, dirêjahiya nivîsa berhemhatî ji wan e. Modelên zimanî yên heyî îdia dikin ku datayên hawirdekirî bo wan anku têketinan heta 100 hezar peyvan proses dikin lê ji bo berhemanîna nivîsên bi dirêjahiya navgîn a 2000 peyvan tûşî pirsgirêkan dibin. Lê niha wisa xuya dike ku modeleke Hişê Çêkirî ya nû ev şiyan zêdetir kiriye.
-
Pîrhebokên hûner bisbisokê teyîsok ji bo xafilandina nêçîrê bi kar tîne
Tebax 25, 2024 15:57Zanyarên çînî keşif kirin ku pîrheboka hûner bisbiskên teyîsok (Firefly) ên nêrza yên asêmayî di nava tevnên xwe da wek dav bi kar tîne da ku kêzikên din tê da asê bike.
-
Hişê Çêkirî alîkariyê dide têderxistina pêşwext a Otîsmê li zarokan
Tebax 23, 2024 21:20Lêkolîneke nû diyar kir ku Hişê Çêkirî dikare alîkariyê bide bo pêşbînîkirina vê yekê ku kîjan zarok bi îhtimaleke zêdetir tûşî Otîsmê dibin.
-
ChatGPT dê naveroka kovarên binavûdeng jî bi kar bîne
Tebax 22, 2024 17:46Kompaniya OpenAIyê ji niha û pê va dê naveroka kovarên binavûdeng ên weke WIRED, Vogue û The New Yorkerê ji bo bersivên ChatGPTê bi kar bîne.
-
Teleskopa James Webbê dîmenên stêrkên nûçêbûyî kişandin
Tebax 20, 2024 16:14Dîmeneke nû ji Sehabîya Mar ku bi rêya Teleskopa Fezayî ya James Webbê hatiye kişandin nîşan dide, dema ku ewrên pêkhatî ji gazê rûdinin û stêrkan çê dikin, ew stêrk hemî di tûşekê da dizivirin.