Îlon 04, 2024 14:24 Asia/Tehran
  • Şîreta lêkoleran; Di betlaneyan da têr razên

Encamên lêkolînan nîşan dide, kesên ku bi razana li betlaneyên dawiya hefteyê kêmasiya razana xwe dicebirînin, metirsîya tûşbûna xwe bi nexweşiya dil heta asta 1 ji 5 kêm dikin.

Li gor nûçeya IRNAyê ji zarê SciTechDailyê, Razana mirovan di rojên hefteyê da bi giştî di bin bandora bernameyên dibistan an kar e; ev mijar dibe ku aloziya xew û razanê pêk bîne. Lêbelê lêkolîneke nû nîşan dide, kesên ku dikarin di dawiya hefteyê da kêmasiya xewê di heyama hefteyê da bicebirînin, alîkariyeke mezin didin dilê xwe û metirsîya tûşbûna xwe bi Nexweşiya Dil heta rêjeya 1 ji 5 kêm dikin.

Ev encam di Kongreya Kontrola Mayîndeyîya Elektronîkî (ESC) ya 2024an da hat weşandin. Lêkoleran ji bo vê lêkolînê zanyariyên tomarkirî yên têkildarî razana zêdetirî 90 hezar beşdaran li Banka Zanyariyên Pizîşkî (BiyoBank) ya Brîtanyayê vekolandin. Vê lêkolînê bandora xewa cebirandinê ya dawiya hefteyê bi taybet ji bo kesên ku bi giştî di heyama hefteyê da têr narazên, vekolandiye.

'Yanjun Song' ji lêkolerên Nexweşxaneya Fuwayê li Çînê got: Cebirandina têr nerazanê peywendiya wê digel kêmkirina xetera tûşbûna bi Nexweşiya Dil heye. Ev têkilî li wan kesan aşkiratir e ku bi giştî di heyama hefteyê da têr ranazên.

Di vê lêkolînê da razana kêmtir ji 7 saetan di şevê da wek Kêmasiya Razanê dihat naskirin. Bi giştî 19 hezar û 816 kes (sedî 21.8) kes ji beşdaran wek Bêpar ji Razanê hatin nasandin. Beşdarên din carinan têr nerazabûn, lê bi giştî nediketin bin destya kesên ku kêmasiya wan a xewê hebû.

Beşdarên koma ku herî zêde razana cebirandinê hebûn anegorî kesên ku di asta herî kêm a razanê da bûn, sedî 19 kêmtir li ber xetera tûşbûna bi Nexweşiya Dil bûn.

Her wiha li kesên tûşbûyî bi Nexweşiya Dil ku kêmasiya wan a razanê hebû, kesên ku zêdetir razana xwe ya cebirandinê hebûn, sedî 20 kêmtir ji nexweşên ku asta herî kêm a razanê hebûn, li ber xetera pêşdaçûna Nexweşiya Dil bûn.

Di vê lêkolînê da tu ciyawaziyek navbera jinan û mêran nehat diyarkirin.

 

Serepeyv