Rêxistina Neteweyî ya Hişê Çêkirî dê sibe were vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i349366-rêxistina_neteweyî_ya_hişê_Çêkirî_dê_sibe_were_vekirin
Alîkarê Zanistî, Teknolojî û Aboriya Zanist-Bingeh a Serokkomariya Îranê ragihand: Rêxistina Neteweyî ya Hişê Çêkirî dê sibe anku Sêşemiyê bi amadebûna Sergêrê Serokkomariyê were vekirin.
(last modified 2024-07-08T11:58:29+00:00 )
Tîrmeh 08, 2024 14:24 Asia/Tehran
  • Rêxistina Neteweyî ya Hişê Çêkirî dê sibe were vekirin

Alîkarê Zanistî, Teknolojî û Aboriya Zanist-Bingeh a Serokkomariya Îranê ragihand: Rêxistina Neteweyî ya Hişê Çêkirî dê sibe anku Sêşemiyê bi amadebûna Sergêrê Serokkomariyê were vekirin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Dr Rûhullah Dêhqanî Fîrûz-Abadî îro got: Me ji salek berê va hewl da ku bernameyeke bi fexr û şanazî di jîwara teknolojiyê ya welêt da raber bikin.

Wî her wiha got: Damezirandina Rêxistina Neteweyî ya Hişê Çêkirî demek beriya niha hat pesendkirin û Konseya Stratejîk a Hişê Çêkirî jî hat damezirandin.

Dêhqanî her wiha got: Sibe anku Sêşemiyê avahiya Rêxistina Neteweyî ya Hişê Çêkirî dê bi amadebûna Sergêrê Serokkomariyê were vekirin. Her wiha heta dawiya îsal dê binesaziyeke baş ji bo dabînkirina Zeviyê Proseskirina Grafîkî were avakirin.