NASA dê fezagerreke weke xwefirran bişîne heyva Taytanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i347715-nasa_dê_fezagerreke_weke_xwefirran_bişîne_heyva_taytanê
NASA dixwaze fezagerreke weke xwefirran bi navê Dragonfly'ê bişîne Taytanê ku wek heyva herî mezin a Seyroka Keywanê (Zohel) tê naskirin.
(last modified 2024-04-19T14:06:13+00:00 )
Nîsan 19, 2024 17:25 Asia/Tehran
  • NASA dê fezagerreke weke xwefirran bişîne heyva Taytanê

NASA dixwaze fezagerreke weke xwefirran bi navê Dragonfly'ê bişîne Taytanê ku wek heyva herî mezin a Seyroka Keywanê (Zohel) tê naskirin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Armanca şandina vê fezagerrê lêgerîna ji bo cihên balkêş ên zanistî û têderxistina vê yekê ye ku gelo demekê di raboriyê da jiyan di vê heyvê da hebûye an na.

Ev memûriyet di Mijdara 2023an da bi awayê bimerc hat qebûlkirin û niha hatiye erêkirin û bi vî awayî eger her tişt li gorî demajoyê bi pêş da here, ev fezagerr dê sala 2024an bigihêje Taytanê.