Di derbarê taybetmendiyên teknolojiyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i343679-di_derbarê_taybetmendiyên_teknolojiyê_de
Teknolojiyê bêguman jiyana mirovan hêsantir kiriye, lê divê bandorên neyînî yên teknolojiyê neyê paşguhkirin, teknolojiyê di gelek waran de bandorek neyînî li ser mirovan kiriye.
(last modified 2023-09-20T05:19:47+00:00 )
Îlon 20, 2023 08:41 Asia/Tehran
  • Di derbarê taybetmendiyên teknolojiyê de

Teknolojiyê bêguman jiyana mirovan hêsantir kiriye, lê divê bandorên neyînî yên teknolojiyê neyê paşguhkirin, teknolojiyê di gelek waran de bandorek neyînî li ser mirovan kiriye.

Îro li Amerîkayê,  meriv û bi taybet zarok  roj bi rojê qelewtir dibin ,yek ji sedemên sereke yên  wê smart-fon, teblet, lîstikên vîdyoyê û televîzyon in. Li gorî lêkolînên Enstîtuya Milken, îro di nav 10 welatên  mezin ên cîhanê de, teknolojî û bêçalakî faktorên herî girîng ên kîloyan in.

Sedema sereke ya ku teknolojiyê bûye sedema kêş û giraniya zêde ew e ku teknolojî ew qas balkêş e ku bi hêsanî dikare we bi saetan li ser kursiya xwe rûnişîne, teknolojî pir balkêş e û mirov bi taybetî zarok û ciwan bi hêsanî pê ve girêdayî dibin.