Mirina Fokan li peravên Deryaya Xezerê yên aliyê Qezaqistanê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i338031-mirina_fokan_li_peravên_deryaya_xezerê_yên_aliyê_qezaqistanê_didome
Mirina fokên xezerî li peravên Deryaya Xezerê berdewam e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 07, 2022 13:41 Asia/Tehran
  •  Mirina Fokan li peravên Deryaya Xezerê yên aliyê Qezaqistanê didome

Mirina fokên xezerî li peravên Deryaya Xezerê berdewam e.

Fok (Phoca an jî Seal) cûreyeke guhandara deryayî ye û tenê li Deryaya Xezerê û çemên ku digihêjin wê weke Volga û Oralê dijî.

Ev cûreya ajelan wek tenha guhandara Deryaya Xezerê tê zanîn û ji ber nêçîra bêbend û alozbûna rewşa jiyana wê û kêmbûna gelheya wê hewcedara piştevaniya navneteweyî ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û Jîngehê ya Komara Daxistana Rûsyayê ragihand, hejmara fokên mirî li perravên Deryaya Xezerê di meha bihurî da gihîştiye zêdetirî du hezar û 500 hebî.

Heta niha hegera mirina fokan a bi komî diyar nebûye û karzan li hegerên vê yekê digerin.

Foka Xezerî bi awayekî navgîn 1,50 metre dirêjahî û 80 Kîlogrem giraniya wê ye û ji cûreyên fokan ên herî biçûk e.