Wêneya pêşîn a reşçala mezin a "Dêwê nerm" li navenda komstêra Rêya Şîrî aşkira bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i333939-wêneya_pêşîn_a_reşçala_mezin_a_dêwê_nerm_li_navenda_komstêra_rêya_Şîrî_aşkira_bû
Zanyaran roja Pêncşemiyê yekem dîmena tiştê ku wek "Dêwê nerm" li navenda komstêra Rêya Şîrî ketiye xefikê, raber kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2022 03:23 Asia/Tehran
  • Wêneya pêşîn a reşçala mezin a

Zanyaran roja Pêncşemiyê yekem dîmena tiştê ku wek "Dêwê nerm" li navenda komstêra Rêya Şîrî ketiye xefikê, raber kir.

Zanyaran roja Pêncşemiyê yekem dîmena tiştê ku wek "Dêwê nerm" li navenda komstêra Rêya Şîrî ketiye xefikê, raber kir. Dîmena reşçaleke mezin ku her materyalekê di qada kêşa xwe ya bihêz a gravîtasyonê dadiqurtîne, lê vê demê piçekî xwe ji xurekê diparêze!

Reşçala bi navê 'Sagittarius A*' an jî 'Sgr A*' duyemîn reşçal e ku heta niha wêneya wê hatiye kişandin. Kişandina wêneya vê reşçalê bi rêya Teleskopa Asoya Rûdanê (Event Horizon Telescope-EHT) pêk hat ku sala 2019an wêneya pêşîn a reşçalekê - ku di navenda komstêreke ciyawaz da dijî - da xuyakirin.

Reşçala bi navê Sagittarius A* giraniyeke bi qasî 4 miliyon qatî stêrka Rojê heye û navbira wê di gel gerestêrka Erdê, 26000 salên ronahiyê ye. Navbira ku ronahî di heyama salekê da derbas dike, 9.5 trîliyon kîlomitr e.

Reşçal çi ye?

Reşçal heyberên gelekî çirr û tîr û bi gravîtasyona bihêz in ku heta ronahî jî nikare xwe ji wan bifilitîne. Asoya Rûdanê anku 'event horizon'a reşçalekê cihek e ku tu tiştek nikare jê rizgar bibe: Stêr, gerestêrk, gaz, xubar û hemû teşeyên radyasiyona elektromagnetîk di nava xwe da dide wendakirin.