Zencefîl hertim jî sûdewer nîne; 9 ziyanên girîng ên Zencefîlê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i327909-zencefîl_hertim_jî_sûdewer_nîne_9_ziyanên_girîng_ên_zencefîlê
Zencefîl giyayekî pirr nasyar e ku bi sedan sal e jibo dermankirina nexweşiyan tê bikaranîn.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Tîrmeh 28, 2021 06:39 Asia/Tehran
  • Zencefîl hertim jî sûdewer nîne; 9 ziyanên girîng ên Zencefîlê

Zencefîl giyayekî pirr nasyar e ku bi sedan sal e jibo dermankirina nexweşiyan tê bikaranîn.

Xesyet û taybetmendiyên Zencefîlê ev in: Dijî îltihab û hawkirinê ye, dermanê rewşa dilrabûnê ye, êşa masûlkeyan û êşa heyama peryodê kêm dike. Tevî vê yekê bikaranîna vî giyayî renge mirov tûşî hin kêşeyan jî bîne.

Zêdegavî di bikaranîna Zencefîlê renge bibe sebeba izhal û nexweşiya dil û metirsiya jiberçûna zarok zêde bike.

Zencefîl her wiha mumkin e ku fişara xwînê gelekî bîne xwarê.

Hin zirar û ziyanên bikaranîna zêde ya Zencefîlê ev in:

1 - Renge bibe sebeba şewata serê zik (mêdeyê).

2 - Dibe sebeba hatina xwînêHin pispor bawer in ku Zencefîl ji ber hebûna taybetiya dijî plaketê, dikare bibe sebeba hatina xwînê.

3 - Dibe sebeba vijik anku izhalêCîncrol ku pêkhateya sereke ya çalak di Zencebîlê ye leza derbasbûna xwarinê ji rîviyan zêde dike û dibe sebeba izhalê.

4 - Dibe sebeba nerihetbûna zikHeke bi zikê vala bê xwarin, dê zextê bîne ser pergala mehandinê.

5 - Renge jibo jinên ducanî ziyanbar be

6 - Ba û nefxê pêk tîne

7 - Şekira xwînê gelekî zêde tîne xwarê

8 - Renge bibe sebeba tehrîk û alerjiya devîZencefîl renge bibe sebeba sîndroma alerjiya devî. Hin kes renge piştî xwarina Zencefîlê, tûşî hestyariyê bibin û devê wan bixure.

9 - Alerjiya çerm û çavan pêk tîne.

 

Werger û amadekirin:

*Berat Qewîendam