-
Êrişa ser Sûriyê û çarenivîsa riswatiyên siyasî yên li nav Amerîkayê
Nîsan 07, 2017 08:06Êrişa mûşekî ya Amerîkayê ser axa Sûriyê carek din eşkera kir ku Amerîka qet qayde û qirarên hiqûqî yên navnetewî berçav nagire.
-
Dijberiya li hember daxwaza Emerîkayê jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya NATO`yê
Nîsan 07, 2017 05:22Martîn Şoltz berbijarê serokwezîriya Amanyayê ji partiya sosyal demokrat, diyar kir: daxwaza Emerîkayê jibo zêdekirina bûdceya eskerî ya endamên NATO`yê bi sedî 2 yê ya berhemanîna naxalisiya navxweyî maqûl û pratîkî nîne û ew red kir. wî daxawaza xebitandina sermayê ya berfireh li warê lêkolîn û binavahiyan kir da ku Almanya cardinê vegere cih û şûna hevrikiya aboriyê.
-
Gelo biryara konseya parêzgeha Kekûkê û lihevkirina PDK û YNK ser xêra ewlehiya herêmê û Iraqê ye?
Nîsan 03, 2017 10:07Hevdemê dora nû ya gêre û kêşeyên ser rakirina Ala Kurdistana Iraqê li navendên dewletê yên parêzgeha Kerkûkê, Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya vê herêmê (YNK) li civîna xwe ragihandin ku piştgiriya biryara konseya parêzgeha Kerkûkê ya rakirina ala Herêma Kurdistanê digitin û li vî halî de ser diyarkirina mekanîzmekê li bara dema birêxistina referandûma serxwebûna Herêmê li hev kirin.
-
Siyasetên Amerîkayê yên li dij Îranê
Nîsan 02, 2017 13:29Rayedarên amerîkî li van rojên dawiyê dewreke nû ji siyaset û liv û tevgerên li dij Îranê dane despêkirin. Ew îdia dikin: Îran li karûbarên welatên erebî mudaxile dike û pişta terorîzmê digire, li vî halî de ew hêza mûşekî ya Îranê ji navçê û cîhanê re bi taluke didin zanînê.
-
Şertên Tirkiyê jibo derketina hêzên wê ji Sûriyê
Nîsan 02, 2017 11:56Dewleta Enqerê jibo derketina tam a eskerên Tirkiyê ji erdên Sûriyê şertên nû hilêxistine.
-
Sîxuriya Tirkiyê li cîhanê, xizmet an xiyaneta dewleta Enqerê
Nîsan 01, 2017 16:00Parlemanterekî Otrîşê bi eşkerakirina hin belgeyan Tirkiye tawanbar kir ku ji riya balyuzxanên xwe li welatên cîhanê operasiyoneke berfire li dij dijberên dewleta tirk û Erdogan bi rê xistiye û dijberên hanê ji dewletê re dide nasandin.
-
Sekinîna Emar Hekîm ser guhertina rejîma siyasî li Iraqê
Nîsan 01, 2017 12:11Serokê Civaka bilind a Îslamiya Iraqê Emar Hekîm duh xwest ku sîstema siyasî li Iraqê were guhertin û cihê `Beşdariya Neteweyî`, `Piranî û Kêmaniya Neteweyî` were damezirandin.
-
Derketina ENKSê ji nav hevdîtinên Cenevê
Adar 31, 2017 14:54Encumena Niştimanî ya kurd a li Sûriyê (ENKS) 30 Adarê ji ber ku projeya wan di hevdîtinan bibe beşeke danûstandinan nehat qebûlkirin, beşdarbûna xwe ya li rûniştinên Cenevê rawestand.
-
Konseya Hevkariya kendava Farsê, sekinîna ser helwêst û îdiayên nemaqûl li dijî Îranê
Adar 31, 2017 13:08Welatên endamê konseya hevkariya Kendava Farsê roja pênşemiyê li dawiya civîna Riyazê, Îranê bi piştgiriya ji tiştê ku grûpên terorîstî li Behreynê dan zanînê, tawanbar kirin. Li vê daxuyaniyê bi hilêxistina tawanên pûç ji Îranê hat xwestin ku dev ji siyaseta gurkirina kêşeyên firqeyî û piştgiriya ji grûpan û mîlîşaran li welatên erebî berde.
-
Gireva birçîbûnê yên dijberên siyasî ên Erdogan li zîndanê
Adar 31, 2017 11:28Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş tevli Parlementer Abdullah Zeydan û Parlementera DBPê Sabahat Tuncel li girtîgehê dest bi gireva birçûbûnê kirin.