-
Inqilaba Islamî, tifaqa netewî, rûmeta islamî û hikûmeta cîhanî ya hezretê Mehdî (Xwedê li zihûra wî lezê bike)
Sibat 09, 2018 05:21Inqilaba Islamî ya Îranê taybetmendîyên bêhempa hene, tifaqa netewî û rûmeta islamî ku bingeha hikûmeta cîhanî ya hezretê Mehdî (Xwedê li zihûra wî lezê bike) taybetmendîyên vê inqilabê ne.
-
Geşatîya Inqilaba Islamî ya Îranê li gorî nêrîna rêberê inqilabê
Sibat 08, 2018 14:10Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê îro hevgavê salroja beyeta dîrokî ya ``homaferên hêza hewayî``(efserên têknîkî yên hêza hewayî) ya Artêşa Îranê digel Îmam Xumêynî (RE) de ku di roja 19`ê Behmena sala 1979`ê de pêk hat, li hevdîtina digel hejmarek fermande û pêrsonêlên hêza hewayî û navenda pedafenda hewayî ya Artêşê, Inqilaba Islamî ``rastîyeke zindî`` zanî.
-
Pêgirîya partîyên dijber ên hikûmeta Tirkîyê ji bo destpêkrina peywendîyan digel Sûrîyê
Sibat 04, 2018 17:03Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) ji Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî xwest ku ji bo parastina yekperçetîya axa Sûrîyê û girtina pêşîya xwînrijandina li vî welatî, demlidest bi Şamê re bikeve peywendîyê.
-
Dewama opêrasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrînê û dewama helwestên li dijî vê opêrasyonê
Çile 31, 2018 17:08Îro 12 roj in ku opêrasyona artêşa Tirkîyê dijî Efrînê didome û helwestên li dijî vê opêrasyonê didomin. Parlamenterê HDP`ê Ahmet Yildirim ragihand ku Tirkiye ji aştixwaz û şernexwazan gelekî aciz e û meseleya operasyona li dijî Efrînê ne meseleya ewlehiya Tirkiyê ye, ev meseleya nexwestina statûya kurdan e. Herwiha Yildirim da zanîn ku şerxwazî yê derde.
-
Minqişe û dijberiyên ser globalîzmê li civîna Davûsê
Çile 26, 2018 14:51Donald Trump wekî yekim serokomarê Emerîkayê li 18 salên derbasbûyî berê xwe daye Davûsa Swîsrayê ku li civata cîhanî ya aboriyê, helwêsta teze ya Emerîkayê derheq ticareta cîhanî şirove bike.
-
Seredana Barzanî ya Têhranê, vegotina dewraneke tal lê ibretwergir
Çile 21, 2018 15:38Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ku şeva buhurî giheşte Têhranê, îro bi rayedarên Îranê re gotûbêj kir.
-
Dirêjkirina rewşa awarte li Tirkîyê
Çile 19, 2018 17:03Meclisa Tirkîyê duh ango 18`ê Çilê careka din pêşnîyara dewleta vî welatî ji bo dirêjkirina dema Rewşa Awarte li Tirkîyê pejirand.
-
Gengeşeya paşdaxistina hilbijartinan li parlimana Iraqê
Çile 19, 2018 12:12Piştî ku duh li civîna parlimana Iraqê di navbera parlimanterên Hevalbendîya Netewî ya Iraqê wek fraksyona herî mezin a parlimanî û serokê meclisê de têkildarî çawanîya dengwergirtina têkildarî pejirandina dema lidarxistina hilbijartinên parlimanî de nakokî derket, parlimanterên vê hevalbendîyê ji civîna parlimanê vekişîyan û ev plana tûşî işketê bû.
-
Quds û komployên Amerîkayê, berpirsîyên cîhana islamê li gorî nêrîna rêberê giranqedir ê inqilabê
Çile 17, 2018 16:30Hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî duh danê êvarê li hevdîtina digel mîvanên pişkdarê sêzdehemîn civîna meclisên welatên islamî, mijara Fiilstînê di serê meseleyên cîhana islamê de zanî.
-
Rêberê giranqedir ê inqilabê: Zêdegavî û şaşitîya giran a Amerîkayê li bara Qudsê nagihêje encamê
Çile 16, 2018 16:43Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî kiryara vê dawîyê ya Amerîkayê têkildarî Qudsê `` zêdegavî û şaşitîya mezin`` bi nav kir û got: Amerîkî nikarin vî karî bikin û hewildanên wan nagihêjin encamê.