Şirove û Rapor
-
Mukurhatina Amerîkayê li bara pêbendiya Îranê li Lihevkirina Navokî
Adar 22, 2018 14:59Rayedarekî berpirs ê amerîkî li gorûbêjên Lihevkirina Navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, mukur hat ku Komara Îslamiya Îranê pêbendî vê hevhatinê bûye.
-
Peyama rêberê qedirgiran ê inqilabê bi boneya sala nû, destpêkek digel hêvî û hewildanê
Adar 21, 2018 18:32Gelê Îranê sala nû bi peyama Newrozê ya rêberê qedirgiran ê inqilabê destpê kir. Peyama ku tijî xal û hêvîya têkildarî pêşerojê ye.
-
Erdogan gefa êrişa ser bakûra Iraqê kir
Adar 20, 2018 17:01Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê bi sûdwergirtina ji heceta zêdebûna liv û tevgerên milîtanên kurd li bakûra Iraqê ragihand ku heke dewleta Iraqê di warê kontrolkirina PKK`ê de bi Tirkîyê re hevkarîyê neke, dê êrişî şarê Sincarê li bakûra wî welatî bike.
-
Lobîya aborîyê ya Amerîkayê serokomarê vî welatî hişyar kir
Adar 16, 2018 19:18Odeya Bazirganîya Amerîkayê ku lobîya herî mezin a aborîya vî welatî ye, Donald Trump têkildarî sepandina teirife ango bacên nû yên ihtimalî ser Çînê de hişyar kir.
-
Yekitiya Ereban bi Îsraîl û Erebistanê re hevdeng bûye
Adar 09, 2018 16:38Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, daxûyaniya Yekitiya Ereban a li dijî Îranê li bara îdiaya mudaxila Îranê li Yemenê û şik û gumana li cihanîna rêketinnama navokî ji aliyê Têhranê, tam pûç û neqanûnî da zanîn.
-
Dilgiranîya berpirsên amerîkî ji hereketa hêzên kurd ên HSD`ê ber bi Efrînê jibo parastina vî şarî
Adar 07, 2018 09:34Berpirsên Amerîkayê ji wê yekê nîgeran in ku hêzên Kurd yên nav Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) di operasyonên têkşikandina paşmayên DAIŞ`ê de wek caran hevkariya wan nekin. Ev yek ne tenê pirsgirêkeke mezin ji qanaxa dawîyê ya têkşikandina DAIŞ`ê re li Sûriyê çêdike, belkî rê jî xweş dike ku bi sedan çekdarên biyanî yên DAIŞ`ê ji Sûriyê derkevin, an ber bi welatên din ve birevin.
-
Bandora opêrasyona Tirkîyê dijî bakûra Sûrîyê ser aborîya wî welatî
Adar 03, 2018 21:30Li gor çend saziyên navdewletî aboriya Tirkiye di sala 2018`an de rûbirûyê hinek pirsgirêkên mezin dibe. Pispor û aborînas jî dibêjin ku operasyona Efrînê dê rewşa nebaş ya aboriyê zêdetir ber bi metirsiyê ve bibe.
-
Dîtina bi xerez a Sekreterê Giştî ya NY li bara rewşa mafê mirovan li Îranê
Adar 02, 2018 16:23Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî rapora Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li bara rewşa mafê mirovan li Îranê, bê hitbar û bê erziş da zanîn û got: Li vê raporê de pêşketin û deskevtinê Îranê li warê mafê mirovan nehatiye diyar kirin, her ji ber vê yekê eva raporeke neadilane û nehevseng e.
-
Peyama Rêberê mezin ê inqilabê bo kongera netewî ya 14 hezar şehîdên Civata Karkeran
Sibat 26, 2018 15:59Kongera netewî ya 14 hezar şehîdên civata kargerî ya Îranê îro sibê bi peyama rêberê mezin ê inqilabê destpê bû.
-
Operasyona Xûteya Rojhilat û hegerên helwêstên welatên rojavayî li dijî Sûriyê
Sibat 23, 2018 16:30Artêşa Sûriyê li halekê pêncemîn roja operasyona xwe li Qûta rojhilat dişopîne ku welatên rojavayê ne tenê cardinê, tawanên caran li dijî nizama Sûriyê dubare dikin belkî xwestin ku bila Rûsiye û Komara Îslamî ya Îranê jî bersivê bidin.