Hişyarîdayîna derheq jinavbirina nifşa filistîniyan li Xezzeyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i354472-hişyarîdayîna_derheq_jinavbirina_nifşa_filistîniyan_li_xezzeyê
Ser- rêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê amajeyî rewşa bikaresat a dermanî û xwarinê li Xezzeyê kir û tekez kir ku Rejîma Siyonîst di halê jinavbirina nifşa filistîniyan da ye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 30, 2025 14:55 Asia/Tehran

Ser- rêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê amajeyî rewşa bikaresat a dermanî û xwarinê li Xezzeyê kir û tekez kir ku Rejîma Siyonîst di halê jinavbirina nifşa filistîniyan da ye.

 Munîr El-Bereş, Ser- rêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê got: Daxistina deriyan rewşa li zîvala Xezzeyê bi taybet li nexweşxaneyan girantir kiriye. El-Bereş diyar kir ku em niha rastî krîzeke pir mezin hatine û zarok û jinên ducanî zêdetir ziyanê dibînin û got: Rejîma Siyonîst rê li ber derbaskirina av û xwarinê  bo welatiyên me digire. Ser- rêveberê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê her wiha bal kişand ser  vê yekê ku zêdetirî 40 hezar zarok li Xezzeyê bê dê û bav mane û got: 100 zarokî di halekî de ku li benda vekirina deriyên sînorî bûn, jiyana xwe ji dest dan. El-Bereş her wiha got: Nêzîkî milyonek zarok li Xezzeyê ji alîkariyên ku rola wan a jîyanê heye, bêpar in.

El-Bereş bal kişand ser vê yekê ku niha sê hezar kamyonên hilgirê alîkariyên mirovî çavlire ne derbasî nava zîvala Xezzeyê bibin û tekez kir: Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku erkên xwe bi cih bînin.

Canatan Folêr Rêveberê Payebilind  ê UNRWAyê,jî  bal kişand ser rastiya kêmbûna dabînkirina xwarinê li Xezzeyê ji ber girtina hemû derbasgehên sînorî ji aliyê rejîma Siyonîst ve û bikaranîna xwarinê wekî çekek di şerê jînosaydê yê 19 mehî de û destnîşan kir ku rewşa li herêmê  pir nalebar e û nayê vegotin.Ev rewş dişibe tirs û xofa roja qiyametê û  ev herêm ji astên herî sade û seretayî yên mirovahiyê jî bêpar e.