Xwenîşandana dijî piştgîriya Firansayê ji cinayetên Rejîma Siyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i352842-xwenîşandana_dijî_piştgîriya_firansayê_ji_cinayetên_rejîma_siyonîst
Bi hezaran kes ji xelkê Firansayê bona diyarkirina nerizamendiya xwe li hember veguhertina vî welatî û bi giştî Ewropayê bo cihek ji bo pînekirina cinayetên Rejîma Siyonîst û piştevaniya siyasî ji pilanên berfiretîxweziyê yên vê rejîmê li navçê, xwenîşandan li dar xistin.
(last modified 2025-01-07T13:44:41+00:00 )
Çile 07, 2025 16:45 Asia/Tehran

Bi hezaran kes ji xelkê Firansayê bona diyarkirina nerizamendiya xwe li hember veguhertina vî welatî û bi giştî Ewropayê bo cihek ji bo pînekirina cinayetên Rejîma Siyonîst û piştevaniya siyasî ji pilanên berfiretîxweziyê yên vê rejîmê li navçê, xwenîşandan li dar xistin.

Ev xwenîşandan bi armanca piştevanîkirina ji doza Filistînê û şermezarkirina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li Xezzê û berdewamiya dagîrkirina welatên Ereb ji aliyê vê rejîmê ve hat lidarxistin. Ev xwenîşandana di rastiyê de nerazîbûna li hember helwêstên fermî yên Firansa û Ewropayê derbarê jînûsayda berdewam li Xezzê ye. Di vê xwenîşandanê de gel dirûşma Bijî berxwedana gelê Filistînê qêriyan. Her wiha pankartek hildabûn ku wêneyên Mekron, Baydên û Netanyahu li kêleka hev hatibûn danîn û li ser nivîsîbû We mirovantî kuşt.