Rewşa masîgirên Xezzeyê Masîgirê filistînî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i352622-rewşa_masîgirên_xezzeyê_masîgirê_filistînî
Zîvala Xezzeyê bi hebûna peraveke zêdetirî 40 kîlometirî li ser Deryaya Medîteranê ji hêla çavkaniyan ve pir dewlemend e.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 23, 2024 17:04 Asia/Tehran

Zîvala Xezzeyê bi hebûna peraveke zêdetirî 40 kîlometirî li ser Deryaya Medîteranê ji hêla çavkaniyan ve pir dewlemend e.

Masîgirtin yek ji pîşeyên herî kevn e û yek ji esnafên  herî  mezin li Xezzeyê  tê hesabê.

Amarên Wezareta Kar a Xezzeyê nîşan dide berî şerê Rejîma Siyonîst li dijî vê zîvalê , nêzîkî sedî 29 ji malbatên Xezzeyê  derbara xwe bi masî û masîgirtinê dabîn dikirin.

Piştî operasyona bahoza El-Eqsayê, leşkerên siyonîst çend caran lênc û qeyikên masîgirên Xezzeyê dan ber êrişan ku çavkaniya herî girîng a erzaq û derhata xelkê Xezzeyê ji nav bibin.

Masîgirên ciwan jî bi temîrkirin û çêkirina gemiyên carnan diçin deryayê. Rêxistina Alîkarî û  peydakirina kar  a NY (UNRWA) ragihand: Rejîma Siyonîst bi qest lênc û qayiqên masîgiran bi armanca girtina pêşiya gihandina xwarekê û belavkirina birçîbûnê di nava xelkê Xezzeyê de  bombebaran dike.