Nîsan 19, 2022 21:03 Asia/Tehran
  • Bertekên hikûmet Iraqê û kesayetiyên siyasî yên iraqî li hemberî desdirêjiya Tirkiyê ser Iraqê (Rapor)

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê yên 17'ê Nîsanê destpê kirin, li Bexda û Herêma Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin.

Tevî Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sadir, ji gelek aliyan nerazîbûn li dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê tên nîşandan.

Wezareta derve ya Iraqê ji ber êrişên dagirkeriyê yên Artêşa Tirkiyê li deverên Herêma Kurdistanê nota (nerazîbûna fermî) da wî welatî.

Wezareta derve ya Iraqê ragehandiye, ji ber binpêkirin û destdirêjiyên berdewam yên artêşa Tirkiyê li ser xaka Iraqê, gazî balyozê Tirkiyê yê Bexdayê kirine û nerazîbûn û nîgeraniya xwe gihandine hikûmeta Enqerê.

Yek ji kesyetî û rêberên ku derbarê êrişên dagirkerî yên dewleta Tirkiyê ser axa Iraqê de nerazîbûn nîşan da, rêberê Şîe Emmar El Hakîm e. Wî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got, "Ev êrişên dewleta tirk nayê qebûlkirin."

El Hakîm li ser Twitterê daxuyaniyeke wiha da: "Bombardûmana hewayî ya li ser Kurdistana Iraqê û êrişa artêşa Tirkiyê nayê qebûlkirin. Di demekê de ku em bang li hikumeta Iraqê dikin ku sînorê xwe biparêze û nehêle ji aliyekî ve êriş li ser xaka Iraqê bê kirin, divê welatên navborî hurmetê nîşanî serweriya Iraqê bidin."

Serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar El Îbadî jî li ser Twitterê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê şermezar kir û di dewamê de diyar kir: "Binpêkirina serweriya Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve meseleyeke cidî ye û têkiliyên navbera herdu aliyan digihîne asteke nediyar.

Bêdengiya hêzên siyasî û dewletê ku ji serweriya welêt berpirsyar in, ji bo me cihê matmayinê ye.

Em pêşniyarê li Tirkiyê dikin ku polîtîkayên xwe yên têkildarî Iraqê jinûve di ber çavan re derbas bike."

Serokê berê yê Parlamenta Herêma Kurdistanê Dr. Yûsûf Mihemed jî derbarê dagirkeriya dewleta Tirkiyê li bakurê Iraqê de got, "Êrişên dewleta Tirkiyê nû nîne, armanc ew e ku careke din xwe bigihîne wîlayeta Mûsilê û wê kontrol bike."

Mihemed her wiha ragihand ku hevkariya PDK'ê bi taybetî malbata Mesûd Barzanî ya bi Tirkiyê re nû nîne û got, "Di navbera artêşa Tirkiyê, MÎT û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de koordînasyon heye."

Mihemed got, "Divê ev êriş bêne şermezarkirin. Her wiha ji bo bersiv ji êrişan re bê dayin pêwîstiya Iraqê bi alîkariya li qada navneteweyî heye. Ev yek ji bo paşerojê asteke metirsîndar e. Divê tavilê pêşî lê bê girtin. Eger Tirkiye di van êrişan de bi ser bikeve wê dagirkeriya xwe berfirehtir bike."

Serokê Fraksiyona Komeleya Dadgerî ya li parlamentoya Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd jî êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser Herêma Kurdistanê bi tûndî şermezar kir û got: “Desthilata herêmê rê ji bo dagirkeriya dewleta Tirkiyê re xweş dike; Eger desthilata Herêma Kurdistanê, rê xweş neke, ew jî nikarin saniyekê sînor derbaz bikin. Ger desthilat rê xweş neke, ew nikarin welatiyan bigrin, topbaran bikin û xelkê şehîd bixin.”

Dewleta Tirkiyê ya dagirker şeva 17’ê Nîsanê êrişek nû ji bo dagirkirina Herêma Kurdistanê, li ser Zap, Avaşîn û Metîna da destpêkirin. Dewleta Tirkiyê di 15’ê Nîsanê de êrişa hewayî dabû destpêkirin, lê 17’ê Nîsanê êrişa xwe ya berfire bi fermî ragihand. Dewleta Tirkiyê bi hemû teknîka xwe êrişî Herêma Kurdistanê dike, lê rayedarên Hikumeta Herêmê daxuyaniyek jî nedane.

Hêja ye were gotin ev êrişên Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê piştî derbasbûna 3 rojan ser hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokomarê Tirkiyê Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.

Serepeyv