Sefera nezelal û şikdar a taxima amerîkî bo Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i235345-sefera_nezelal_û_şikdar_a_taxima_amerîkî_bo_iraqê
Kanala televîzyonî ya El Îticah a Iraqê, ragihan, sefera taxima amerîkî ya bo Bexdayê, çend roja berî nasandina balyozê nû yê vî welatî li Iraqê, nezelal û şikber e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2016 14:22 Asia/Tehran
  • Sefera nezelal û şikdar a taxima amerîkî bo Iraqê

Kanala televîzyonî ya El Îticah a Iraqê, ragihan, sefera taxima amerîkî ya bo Bexdayê, çend roja berî nasandina balyozê nû yê vî welatî li Iraqê, nezelal û şikber e.

Nivîsgeha Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand taxima amerîkî ya ku ji endamên Komîteya Hêzên Çekdar ên Kongereya Amerîkayê pêk hatiye, berêvariya şemiyê, bi Heyder Ebadî re li Bexdayê, hevdîtin û gotûbêj kir. Her du alî di vê hevdîtinê de li ser amadetiya leşkerî ya bona azadkirina bajarê Mûsilê ji lepên koma terorîst a DAIŞ`ê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya kanala televîzyonî ya El Îticah a Iraqê, di vê hevdîtinê de, mesela perwerdehî û dabînkirina alav û çekan ji bo hêzên iraqî jî hatiye raberkirin. Bi bidawîhatina memûriyeta Stwart Conz, balyozê Amerîkayê li Bexdayê, Daglas Alên Sêlmen, cîgirê Conz bûye. Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê, roja şemiya heftiya buhurî li hevdîtina bi dawîhatina memûriyeta Stwart Conz, li ser pêwîstiya hevkariya hemû welatên cîhanê bona şerrê dijî terorîsmê sekinî û Amerkayê vexwend ku li şerrê dijî terorîsmê, bi Iraqê re hevkariyeka kêrhatî bike.

Sefera taxima amerîkî ya bo Bexdayê, ji ber vê yekê biguman hatiye zanîn ku operasyona azadkirina Mûsilê, ketiye ber pirsgirêkên curbicur. Li ser rola hêzên gelanî yên Iraqê (El Heşd El Şeibî) ya di vê operasyonê de, hin gotegot hene. Heşda Şeibî, roleka girîng li şerrê dijî terorîsmê li Iraqê heye. Ceribandina serketî ya Heşda Şeibî wekî hêzeka bibandor û kêrhatî ya li şerrê dijî DAIŞ`ê li Felûce û navçeyên din ên Iraqê, ji bo hemiyan îsbat bûye. Sûdwergirtina ji vê  ceribandinê li operasyona azadkirina Mûsilê, çaresaz e û xelkê Iraqê jî vê yekê dixwezin, lê hin tevgerên siyasî û dijminên Iraqê, dijî beşdariya hêzên gelanî li operasyona azadkirina Mûsilê ne.

Amerîka yek ji wan neyarên Heşda Şeibî ya li Iraqê ye û hevrê ligel Erebistana Siûdî, ev hêza tam gelanî û xwecî, bi eşîrgiriyê re tawanbar dike.Tawanbarkirina hêzên gelanî li halekê ye ku Amerîka û Erebistan wekî îdiakerên şerrê dijî terorîsmê, roleka bi girîng bona ketina DAIŞ`ê nava Iraqê û ketina Mûsilê hebûne ku ev rol qet nayê înkarkirin. Siyaseta Amerîkayê ya piştî dagîrkirina Iraqê di sala 2003`an de û şûnda, li ser kar û qazanca vî welatî nebûye.

Piştî dagîrkirina Iraqê, DAIŞ, bi piştgiya Amerîkayê, pêk hat û hewldana ji bo pêkanîna duberetiyê di nava komên siyasî yên Iraqê û di dawiyê de nekêrhatîbûna li şerrê dijî terorîsmê li çarçoveya hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ`ê, koma reftarên Amerîkayê yên li hember Iraqê nişan didin. Ev reftar çawaniya siyaseta Amerîkayê li hember Iraqê nîşan didin û Îbrahîm Ceferî, bi rastî li dawiya memûriyeta balyozê berê yê Amerîkayê li Bexdayê, vî welatî ji bo hevkariya cidî ya bi Iraqê re li çarçoveya şerrê dijî terorîsmê vexwend.

Rola kêm û bêyîbandor a ku Amerîkayê ji bo xwe li şerrê dijî DAIŞ`ê li çarçoveya hevalbendiyê kifş kiriye, bûye sedema kavilbûna binavahiyên Iraqê jî. Êrişên hewayî yên bêyî armanc ên hevalbendiya amerîkî ser pêgehên DAIŞ`ê, him canê kesên sivîl ên iraqî xistiye ber gef û xeterê û him jî gellek xisar li heyîtiyên iraqiyan dide.

Karnameya siyasî ş leşkerî ya Amerîkayê li hember dewleta Iraqê, ji sala 2003`an ve şûnda, berjewendiyên iraqiyan dabîn nake. Sefera taximên curbicur ên amerîkî bo Bexdayê, wê tu encamek ji bilî memûriyeta Stwart Conz wekî balyoz, tunebe ku di encamê de wezîrê karên derve yê Iraqê, neçar kir ku careka din kiryarên Amerîkayê rexne bike.