Erdogan cardinê ser pêkanîna navça ewleh li Sûriyê teqez kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i235099-erdogan_cardinê_ser_pêkanîna_navça_ewleh_li_sûriyê_teqez_kir
Serokkomarê Tirkiyê cardin li bara avakirina navça ewleh an tamponê li Sûriyê axift.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2016 15:05 Asia/Tehran
  • Erdogan cardinê ser pêkanîna navça ewleh li Sûriyê teqez  kir

Serokkomarê Tirkiyê cardin li bara avakirina navça ewleh an tamponê li Sûriyê axift.

Ev gotinên  Receb Teyib Erdogan jibo avakirina  navça ewleh li bakurê Sûriyê û navçên sînorî yên vî welatî tev Tirkiyê lê vê carê bi lehneke  tam cida ji plana  berê ya vê xwestekê jibo avakirina  navçeyeke ewleh bûn.

Erdogan vê carê xwesteka Tirkiyê jibo avakirina  navça ewleh li Sûriyê bi  pesendkirina  hêzxurtan va girêdaye.

 Nihêrîna Tirkiyê derheq pêkanîna  navçeyeke ewleh  par piştî liv û tevegrên  eskerî û hewayî yên vî welatî li Sûriyê bû sedema  operasyona  balefirên cengê yên  Rûsiyê li axa  Sûriyê ku serê axir  piştî jordaxistina balefireke cengê ya  Rûsiyê ji aliyê balefirên Tirkiyê va bû sedem ku navbera  her du welatan nakokî derkeve.

 Lê  niha serokkomarê Tirkiyê mesela vakirina  navça ewleh li Sûriyê piştî daxwaza lêborînê ya fermî ji Rûsiyê û  başbûna peywendiyên  Moskowa û Enqerê xistiye rojevê. Herçend ku Rûsiye hîn jî li bara  daxwaza Tirkiyê jibo avakirina navça  ewleh şik û gumana wê heye.

Lê birastî armanca Tirkiyê ji pêkanîna  navça ewleh li bakurê Sûriyê û li sînorên navbera her du welatan  çiye?

 Beriya ku peywendiyên Moskowa û Enqerê û her wiha  beriya darbeya neserketî ya Tirkiyê rayedarên  Enqerê yek ji armancên xwe jibo pêkanîna  navça ewleh li bakurê Sûriyê pêkanîna  berbendekê li hember koçberiya  awareyên sûrî ber bi Ewrûpayê didan zanîn. Herçend ku  hin derûdorên siyasî jî hîngê ser vê bawerê bûn ku  hilêxistina  vê şiroveyê ji aliyê Tirkiyê va tenê nuxumandina  dewama alîkariyên locêstîk bo hêzên  dijberê Beşar Esed û di serî de piştgirî û dayîna alîkariyên aborî  û çek û sîlehî bo hêzên  DAIŞê ye.

Niha  wer xûya dike Tirkiye  li dû  sererastkirina  siyseta xwe li Sûriyê ye  ku renge xala wê ya werçerxanê bikaribin li darbeya neserketî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê bizanin .

Bitaybet ku  vê carê rayedarên Tirkiyê  armanca  êrişa ser  bakurê Sûriyê rawestana li ber DAIŞ`ê û hêzên  kurdên sûrî dane zanîn. Li vê barê Erdogan  li  şirova destkevtên  eskerî yên  Tirkiyê ji êrişa ser bakurê Sûriyê îdia kir ku eskerên tirk 400 km  ji van navçana  ji destê DAIŞ`ê û çekdarên kurd paqij kirine. Rastî ev e ku  Tirkiye  di salên piştî qeyrana Sûriyê da tim li dû  avakirina navçeyeke ewleh li axa Sûriyê bûye û yekim mehna wê jî girtina pêşiya  herikîna  awareyên sûrî ser axa Tirkiyê û welatên ewrûpî bûye.Daxwaza ku bi dijberiya  eşkere  ya Rûsiyê û Emerîkayê re rûbirû bû.

 Niha  ji ber alûgurên meydanî û serketina  kurdên sûrî li bakurê Sûriyê fukarên  Tirkiyê du beranber bûne. Bi taybet ku  piştî derketina  DAIŞ`ê ji Minbicê û derbasbûna  hêzên kurd nav vî bajarî jixwe rojavaya çemê Firatê  wek cixîza sor a Tirkiyê kete ber destê hêzên kurd ên Sûriyê.

 Kontrola bajarê stratejîk ê Cirablusê û kemilandina  peywendiya kantonên kurdan û  pêkanîna  korîdora  kurdî li sînorên Tirkiyê ji bakurê Iarqê heya  deryaya  Medîteranê hemî fukarên Tirkiyê û beşek ji hegera  operasyona  eskerî ya  vî welatî li bakurê Sûriyê ye. Heta hin derûdorên siyasî yek ji armancên  Tirkiyê ji êrişa ser balefira So-24 a rûsî hewldana Tirkiyê jibo avakirina  navça ewleh û tampon li sînorên vî welatî û Sûriyê dan zanîn.

 Ji aliyê din ve bihêzbûna  kurdên sûrî li bakurê vî welatî û pêkanîna  navça otonom a kurdî li vê navçê gefek li hember ewlehiya Tirkiyê tê hesabê û Tirkiye qet wê qebûl nake.

 Loma renge bikaribin beşek ji fukarên Tirkiyê û helbet armancên vî welatî derheq pêkanîna navça  ewleh li Sûriyê mijarên mîna  girtina pêşiya  pêşdeçûna  PYD`ê û girtina pêşiya avakirina navça  Kurdistana Sûriyê bidin zanîn, jiberku  wê demê zêde ji sedî 80`yê sînorê Tirkiyê tev Sûriyê dikeve destê kurdan. Ji aliyekî din ve  Tirkiye li dû  pêkanîna astengiyan jibo kuradn e.

Mijara ku  wek  dorpêça  jeopolêtîk a kurdan tê binavkirin.

Loma  dorpêçbûna kurdan  tê wateya  parastina  sînorên Tirkiyê tev welatên ereb. Tevî viya ku  parastin û dabînkirina  ewlehiya sînorên  kurdan û her wiha  parastina peywendî û  mudaxila  li hêzên   Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê ve piştgirî dibin li rêza armancên din ên  Enqerê ji pêkanîna  navça  ewleh li Sûriyê ye.

Sercem armancên ku rayedarên Tirkiyê hewl didin pişt perdeya  qaşo girtina pêşiya derbasbûan  penaberan û  awareyên cengê bo vî welatî û welatên ewrûpî bidin niximandinê.