Tirkîyê, YE hişyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i234844-tirkîyê_ye_hişyar_kir
Bi dû gurrbûna dubare ya gêreyê di navbera Tirkîyê û YE`yê da, Enqerê hişyarî da ku heke welatên rojavayî guh nedin daxwazên Tirkîyê, ew êdî nikare pêşîya çûyîna penaberan ber bi welatên hanê bigire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2016 16:33 Asia/Tehran
  • Tirkîyê, YE hişyar kir

Bi dû gurrbûna dubare ya gêreyê di navbera Tirkîyê û YE`yê da, Enqerê hişyarî da ku heke welatên rojavayî guh nedin daxwazên Tirkîyê, ew êdî nikare pêşîya çûyîna penaberan ber bi welatên hanê bigire.

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê hişyarî da ku heke welatiyên Tirkîyê heta Cotmeha tê nekaribin bêyî vîza serdana welatên ewropî bikin, Enqere yê nekaribe pêşîya pêla penaberan ber bi wan welatan bigire.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Mewlûd Çavûşoglu li gotûbêja tev rojnama Katîmrînî ya Yûnanê ku duh hat weşandinê, herviha got: Tirkîyê soza xwe li warê gitina pêşîya çûyîna penaberan ber piştî wajokirina rêketinama ku di Adarê da ligel YE`yê, cih anîye û çavlirê ye ku ewropî jî sozên xwe ji wan rakirina vîzeya Şêngênê jibo welatîyên Tirkîyê cih bînin.

Wî herviha got: Heke YE`yê sozên xwe cih neyne, Tirkîye nikare bi tena serê xwe pêşîya koçberîya neqanûnî ya ber bi Ewropayê bigire.

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê da zanîn ku li gorî nirxandina me ya herî demdirêj, em çavlirê ne ku vîze di Cotmeha bê da jibo welatîyên Tirkîyê bê rakirinê.

Wezîrê karên derve yê Tirkîyê li halekî hişyarîyê dide ewropîyan ku hêzên ewlehîyê yên Yûnanê ragihandin ku ji roja duşemê heta sibeya sêşemê 462 penaber bi perravên Tirkîyê va ber bi gravên Yûnanê bi rê ketin.

Karzan, sersarîya YE`yê li hemberî Enqerê hegera sereke ya zextên nû yên Tirkîyê ser delwetên ewropî dizanin. Rayedarên delweta Tirkîyê nemaze serokomarê vî welatî bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê ragihandin ku wan çavlirêtîy piştgirîyeke zêdetir ji rayedarên welatên rojavayî nemaze ji yên welatên ewropî hebûn.

Di rastîyê da rayedarên ewropî heta dema ku piştrast nebûn derbe tûşî işkestê bûye, tu peyamek jibo serokomarê Tirkîyê neşandin. Herçend ku derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê bi daketina gel nav kolanan di roj û saetên destpêkê da rastî işkestê hat, lê rayedarên ewropî çend rojan piştî wê peyam jibo serokomarê Tirkîyê, Receb teyîb Erdogani şandin.

Rayedarên Tirkîyê ji wan Erdogani ev helweta ewropîyan bi awayekî sergirtî piştgirîya ji derbekaran zanîn. Bê şik ev pêvajoya nerazîbûna rêberên YE`yê û Amerîkayê ji rêvebirên Tirkîyê nîşan dide. Bilî vê yekê divê bê gotin ku pirsgirêkên din li peywendîyên her du alîyan berbiçav bûne. Wekî mînak, YE`yê li ser rakirina cezaya darvekirinê li Tirkîyê disekine lê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê gotîye ku heke meclisa vî welatî dengê erê bide vejîyandina cezaya darvekirinê, ew ê jî wê piştrast û erê bike. Di eynî halî da bi dû derbeya serneketî dewleta Enqerê bi awayekî berfire dest bi girtina neyarên xwe kirîye, li halekî ku serokê Komsyona Ewropayê ragihandîye ku mirov nikare qanûnên têkoşîna dijî têrorîsmê jibo girtina rewşenbîr, zanyar û nûçegihanan bi kar bîne û eva bi vê wateyê nîne ku li Tirkîyê şerê dijî têrorîsmê tineye. YE`yê hervisan ji Tirkîyê xwestîye ku qanûnên têkoşîna dijî têrorîsmê nerm bike lê, delweta Enqerê ev daxwaza ret kirîye û ragihandîye ku ev qanûn jibo şerê dijî DAIŞ`ê û çekdarên kurd (PKK) girîng in. Rastî eva ye ku bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê, mijara endametîya Tirkîyê li YE`yê pêrgî pirsgirêkên cidîtir bûye.

Bi dû gurrbûna qeyrana penaber û koçberan li sînorên welatên ewropî, 28 welatên endamê YE`yê di roja 17`ê Adara sala 2016`an da bi merema danîna hin sînoran û kontrolkirina pêla penaberan, rêketinameyeke bi delweta Tirkîyê ra wajo kirin.

Cihanîna vê rêketinamê bi hegera nakokîya di navbera her du alîyan da li ser qanûna têkoşîna dijî têrorîsmê û cihanîna qanûnên mafên mirovan ên bi dilê welatên rojavayî li Tirkîyê pêrgî pirsgirêkan bûye. Rayedarên dewleta Enqerê sersarîya dewletên ewropî li hemberî rêketinamên berê jî li daxwazên xwe zêde kirine. Wek mînak, wadeya dayîna 3 milyard euro wek alîkarîyê bo Tirkîyê têkildarî penaberan. Bi ser hev da divê bê gotin ku nakokîyên di navbera Tirkîyê û YE`yê da ewqasî cidî bûne ku dûr e ku wadeya endametîya Tirkîyê li YE`yê serê xwe bigire û cih bê.