Sefera Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê li çarçova operasiyona azadkirina Mûsilê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li sefera xwe ya Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Meclisê Selîm El Cebûrî re hevdu dîtin û bi hev re gotûbêj kirin.
Azadkirina Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, mesela dijberiyên Bexda-Hewlêrê bi taybetî ser deverê kêşe li ser û ser îxracata nifta deverên bin destê hikûmeta herêmê ya Kurdistana Iraqê ji wan babetan bûn ku Nêçîrvan Barzanî û rayedarên derecebilind ên Iraqê serbi hev re gotûbêj kirin.
Jin ber rewşa vê demê ya Iraqê û devera Kurdistana vî welatî, behs û niqaşa li bara azadkirina Mûsilê û pêşeroja wê piştî azadiyê ji mesel û mijarên herî girîng û ewilê ye ku li gotûbêjên du alî tê hilêxistin.
Li vê çarçovê de medya Iraqê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî roja sêşemê li hevdîtina xwe û serokê meclisa Iraqê Selîm El Cebûrî, pêre ser operasiyona azadkirina Mûsilê û hewldanên leşkerî yên guncaw li vê barê de û dîtin û bawerên ser qonaxa piştî azadiya Mûsilê ji bin lepên terorîstan axivt.
Selîm Cebûrî li vê hevdîtinê de got: Qonaxa piştî DAIŞ`ê li Iraqê de qonaxeke nû ye divê gişt partî li wê qonaxê ji bo avakirin û serpêdaçêkirina Iraqê û û Musilê dest bidin hevdu, ji bo ku aware bi dilgermî vegerin ser mal û avahiyên xwe bi taybetî xelkê Mûsilê ku di encama êrişa DAIŞ`ê xisarên giran dîtine.
El Cebûrî bal kişand ser vê yekê ku Kurdistana Iraqê cih û şûneke ewleh e ji bo bi milyonan penaberan û eva karekî hêja û bi qedir e. Cebûrî li bara dijberiyênnavbera Bexda û Hewlêrê jî got: Çareserî û afîkirina van dijberiyan wezîfe û pêsparteyeke neteweyî ye, çûnku terorîzm ji hebûna dijberiyên wiha ser xêra xwe sûdê werdigire.
Sefera Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê li rewşa hestyar ya niha pir girîng e û vê peyamê ji hemûyan re dide ku hevkarî û hevgirtina iraqiyan tevî hin dijberiyên navbera wan ser hin meselan,tenê riya derbasbûna Iraqê ji pirsgirêkên bi taluke yên wekî DAIŞ`ê û krîza aborî ye.
Serkevtin û serbilindiya Iraqiyan maye ser hevkarî û hevgirtina wan da ku mihaneyên wekî DAIŞ`ê ji dijminan re nehêlin. Bi saya hevkariyê ew dikarin li gor qanûna bingehîn dijberiyên xwe safî bikin .Hin dijberiyê navbera Bexda û Hewlêrê yên wekî para Kurdistana Iraqê ji bûdca salê ya Iraqê li gor lihevkirinekê ku berê pêk hatiye dikare ji holê rabin, lê belê şerê li dij DAIŞ`ê û kêmbûna bihaya niftê li cîhanê de bû sedem ku ev lihevkirina were jibîrkirin.
Şerê li dij DAIŞ`ê xerceke giran xistiye ser milê dewleta Iraqê bi taybet li vê rewşê ku bihaya niftê kêm bûye zext û zora ser milê wê pir pir zêde bûye çûnku sedî 90 ji bûdceya vî welatî ji firotina niftê bidest tê. Vêca li rewşeke wiha munaqişeyên ser meselên siyasî ser xêr û kara iraqiyan çi kurd û çi jî ereb nîne.
Dewleta Iraqê gişt hewldanên xwe daniye ser vê yekê ku Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê derxîne û vê grûpa terorîstî li Iraqê de ji nav bibe, da ku awarre vegerin ser mal û avahiyên xwe û bi saya vê yekê parek mezin ji pirsgirêkên aborî jî çareser bibe. Vêca ji bo ku iraqî bigihêjin vê mirazê dilê xwe divê ku gişt grûp û partiyên vî welatî dest bidin hevdu û minaqişeyên xwe yên siyasî û dijberiyên xwe ku piranî bi lihevkirin û bisaya qanûnê tên çareserkirin, carê bidin rawestandin.
Iraqa bêyî DAIŞ`ê maye ser azadkirina Mûsilê, ji ber viya ev mesela bûye meseleke neteweyî, çûnku ev azadiya ji Bexda û Hewlêrê re ewlehî û îstiqrarê tîne, vêca sefera Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê jî li çaraçova şerê li dijî DAIŞ`ê û azadiya Mûsilê tê nirxandin.