Şerê medyayê li dij Heşdê Şebî bereberê operasyona azadkirina Mûsilê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i234433-Şerê_medyayê_li_dij_heşdê_Şebî_bereberê_operasyona_azadkirina_mûsilê
Heşdê Şebî hêza gelanî ku ji çînûqatên curbicur ên Iraqê pêk hatiye li kêleka artêşa vî welatî li bereya pêşengê şerê li hember terorîzma DAIŞ`ê de ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2016 16:11 Asia/Tehran
  • Şerê medyayê li dij Heşdê Şebî bereberê operasyona azadkirina Mûsilê

Heşdê Şebî hêza gelanî ku ji çînûqatên curbicur ên Iraqê pêk hatiye li kêleka artêşa vî welatî li bereya pêşengê şerê li hember terorîzma DAIŞ`ê de ye.

Heşdê Şebî ji sala 2014an  piştî dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê weke hêza kara ya gelanî-eskerî li kêleka artêşê û li bin çavdêriya fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê dixebite.

Ev teşkîlata  gelanî ku nuneratiya  civaka Iraqê dike bi dayîna bersiva erê bo daxawaz Ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên  vî welatî cih û şûna xwe peyda kiriye.

 Pejirandina Heşdê Şebî wek hêza eskerî ya li bin çavdêriya  Heyder Ebadî, serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên  çekdar ên Iraqê, nîşana  baweriya  bo teşkîlata gelanî ye ku cida ji  alîgiriya siyasî li meydana  şerê li dijî DAIŞ`ê re  hizûreke  bibandor  û serketî heye.

 Ezmûna  bikaranîna  hêza eskerî ya Heşdê Şebî,  serketinên geş û ronî li parêzgeha Enbarê, rojava Iarqê hebûye.

 Şerê bi çarenivîs ê Felûcê û serketina li hember DAIŞ`ê li mehekê de rola erênî û bibandor a Heşdê Şebî li meydana şêr de bû ku li nav aliyên curbicur  ê iraqî rêz û hurmeteke taybet hebû.

 Serketina  Heşdê Şebî, mewqiya  aliyeke  taybet û etnîkî nîne belkî serketian hemî iraqiyan li meydana  şerê li hember terorîzmekê ye ku  dawakarên  rawestana li hember wê ji wan hevalbendiya  li dijî emerîkî bi hemî zirûf û propagendeya medyayê li vê meydanê nekarîn ku bi ser kevin.

Serketina  teşkîlata  Heşdê Şebî bûne baîs ku  ev hêza hertim li warê rawestana li ber terorîzmê bala xelkê Iraqê bikêşe. Piştî şerê Felûcê, niha  sekinîna ser operasyoa  azadkirina Mûsilê ji destê DAIŞ`ê de ye û rola Heşdê Şebî li vê operasyonê,  xwesta  gelanî û çavrêtiya gel e. Ji ber giringiya  operasyona  Mûsilê, hesiyetên  li bara Heşdê şebî jî zêde bûne .

 Her carê  besîca gelanî bi ser dikeve angu amade dibe rûpeleke zêrîn  a din  li dîroka  xebata  gelê Iarqê zêde bike,  ji aliyê  hin medyan  dikeve ber êrişa siyasî û propagendeyî. Bê guman  ev êrişa  bi Iraqa ewleh, bihêz, hevgirtî û yekperçe peywendiyeke bi wate heye. Serketina  hêzên iraqî li azadkirina  Mûsilê, navenda  parzêgeha Neynewayê ji dagirkirina  DAIŞ`ê,  tê wateya  kutabûna  xeyala parvekirina  Iraqê ku bi dagirkirina  Mûsilê li  Hezîrana  2014an li nav bernama  karê dijminên iraqa hevgirtî  û yekperçe de ye . Êrişa  ser hêzên  gelanî ya Iraqê li vê çarçêvê tê nirxandinê ji ber ku Heşdê Şebî roleke giring li bi dawîanîna DAIŞê li  Mûsilê heye .  Bednavkirin û xirabkirina navê hêzên seferberiya gelanî û tawanbarkirina  wê bi  reftara  eşîreyî, şerê medyayê tev hêzên  gelanî li bereberê azadkirina Mûsilê ye .

  Çawa ku Ebûcefer El-Esedî, berdevkê hêza seferberiya gelanî ya Iraqê tekez kiriye ku , buxtana  medya û siyasetvanên  rojava  bo vê hêzê, derew e ku bi armanca  xirabkirina hêzên gelanî hatiye  hilêxistin.

 Vî berdevkê Heşdê Şebî li bersiva  îdiaya  kesên ku  hêzên seferberiya gelanî jî mîlîtanên firqeyî yên şîe dizanin ku mafên suneyan bin pê dike gotiye ku hêzên seferberiya gelanî an hêza eskerî ya gelanî û niştimanî û fermî ya Iraqê ye ku dewlet wê wek hêza eskerî bi fermî nas kiriye û tenê eşîrekê nagire ber xwe.

 Teşkîlata Heşdê Şebî li halekê cardinê  bereberê operasyona  azadkirina  Mûsilê ketiye ber êriş û tawana  firqeyî ku li gorî gotina  berdevkê vê teşkîlatê niha  nêzîkî sedî 27ê ji hêzên  Heşdê Şebî birayên  sune  yên Iarqê pêk tînin.