Zerîf bersiva helahelayên Kêrî da
Dewleta Amerîkayê divê li bara tevayê cinayetên rêjîma zarokkuj a siûdî li Yemenê bersivê bide.
Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku sefera Amerîkaya Latînê kiriye, li bersiva idiaya bêbingeh a Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê li bara şandina çek û amorên şêrr ji Îranê bo Yemenê got: Dewleta Amerîkayê bi gotina van idiayan xwe kiriye şirîka cinayetên cengê, cinayetên dijî mirovahiyê û zarokujiya rêjîma siûdî li dijî gelê bêguneh û bindest ê Yemenê û bêguman bi pejirandina vê berpirsiyariyê gerek bersiva van cinayetên dijî mirovahiyê bide.
Can Kêrî li sefera xwe bo navçeyê roja pêncşemiyê li koma nûçegihanan idia kir: Îran mûşek û çekên pêşketî yên leşkerî dişîne Yemenê û ew wek `Gefa nihênî` ku derveyî sînorên Yemenê digire ber xwe zanîn.
Zerîf tevî redkirina vê idiayê, du xalên bingehîn bi bîr xistin. Yekem eva ku kî li dû çêkirina qeyranê li Yemenê ne û ya dudiyan ev ku wî şîret li Amerîkayê kir ku li bara mijarên navçeyê rastbîn be.
Zerîfi got: Dema wê hatiye ku dewleta Amerîka ji şaşitiyên xwe yên bitehlûke yên berê li Sûriye û Iraqê dersê werbigire û çavên xwe li ser rastiyan veke, Wezîrê karên derve yê Îranê bi bîr xist: Tişta ku gefek li dijî navçe û cîhanê ye çavkaniyên fikrî û malî û siyasî yên têrorîsma tekfîrî li cîhanê ne ku birêz Kêrî divê baş li bara hokar û çavkanîyên wê agah be.
Nêrînek li ser rapor û amarên belavbûyî nîşan dide ku çi kes ji ber şerxwaziyên siûdiyan li navçeyê sûdê werdigirin. Li rapora ku duh îniyê hat weşandin çavkaniyên fermî li Amerîkayê ragihandin ku Erebistanê di heyama du deheyên dawiyê da bi bihaya 500 miliyar dolarî çek ji Amerîkayê kirrîne.
Rapora kompaniya IHS`ê taybetî bazirganiya salê ya cîhanî ya amor û alavên şer û berevanîyê nîşan dide ku kirrîna çekan a Erebistanê di salên 2013 û 2014`an ji sedî 54 zêde bûye. Vê kompaniyê pêşbînî kir ku asta kirrîna çekan ji aliyê Erebistanê va îsal bigihêje ji sedî 52`yê.
Ev amar nîşan didin ku welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê asta herî zêde ya kirrîna çek û amorên leşkerî bi taybet ji Amerîkayê di deheyên buhurî da ji xwe ra terxan kirine. Eva li halekî ye ku Amerîka bêyî lihevkirina tev Rêjîma Siyonîst çekan nafiroşe welatên ereb ên dorhêla Kendava Farsê; Lê wer xuya dike ku vê carê rewş tam guheriye.
Nîşan û belge dibêjin ku lihevkirineke nenivîsî di vî warî da heye; Bi vê wateyê ku li paş qeyranên niha li Sûriye, Iraq û Yemenê sêgûşeya Amerîka, Israîl û Erebistan hene. Kovara amerîkî ya Foreign Policy`ê li analîzekê li bara firotina çekên amerîkî bo welatên ereb li dorhêla Kendava Farsê û guherîna helwêsta Israîlê nivîsî: Hokara sistbûna Israîlê, lihevnêzikbûna nêrînên Til Avîvê û welatên ereb e ku vê dawiyê eşkere bûye.
Helbet Amerîka zîrek e û xwedêbergiravî hemî hêkên xwe danayne nav selikekê. Amerîkayê nîşan daye, dema hesta vîya bike ku ev hevsengî renge heta di pêşerojê da li ser ziyana Israîlê buguhere, carna li dijî daxwaza welatên dorhêla Kendava Farsê ji bo raberkirina hinek ji pergalên çekdariyê derdikeve ta bi vî awayî serdestiya leşkerî ya Rêjîma Siyonîst parastî bimîne. Yek ji van çekan firokeyên şêrr ên F-35 Lightning II`ê ne ku nifşa pêncan a firokeyên şêrr ên F-16`ê ne û bi cûrekê hatine sazkirinê ku hema bêje li ber radara dijmin nîvnihênî dimînin. Bombên BU-28`ê jî çekek din e ku taybetî jinavbirina navendên binerdî û stargehan e ku Waşîngton tenê wan dide ber destê Rêjîma Siyonît.
Li gorî van babetana niha diyar bûye ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê çima û bi çi armancî hewil dide ku Îranê wek gefekê ji bo navçeyê nîşan bide û vê helahelayê çi girîngiyeke xwe li parastina hevsengiyên li peywendiyên Amerîka, Erebistan û Rêjîma Siyonîst heye.