Gotinên vêdawiyê yên serokkomarê Tirkiyê li bara tevgera Gulenê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i233326-gotinên_vêdawiyê_yên_serokkomarê_tirkiyê_li_bara_tevgera_gulenê
`` Cimaeta Fethullah Gulen piştgiriyê dide endamên PKK``. Eva beşek ji gotina vê dawiyê ya Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser xebata tevgera Gulen li vî welatî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 19, 2016 15:06 Asia/Tehran
  •  Gotinên vêdawiyê yên serokkomarê Tirkiyê li bara tevgera Gulenê

`` Cimaeta Fethullah Gulen piştgiriyê dide endamên PKK``. Eva beşek ji gotina vê dawiyê ya Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ser xebata tevgera Gulen li vî welatî ye.

 Serokkomarê Tirkiyê li vê barê gotiye cimaeta Gulen, PKK û DAIŞ tu ferqa wan bi hev re tine û ev grûpana hemî terorîst in.

 Erdogan her wiha da zanîn ku Tirkiye îro ketiye ber êrişên hevpar ên grûpên terorîstî yên curbicur û hevkariya îstixbaratî ya Gulen bi PKK re  dibe sedem ku êrişên terorîstî li Tirkiyê zêde û hêsan cih werin.

 Beriya darbeya neserketî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê, dewleta  vî welatî PKK wek grûpeke terorîstî dida zanîn. Herçend ku dewra teze ya terorîstîzanîna  PKK vedigere teqîna havîna par a li navça Sûrûçê ku di pratîkê de Tirkiyê ew bi PKK ve girêdayî zanî ku hemî destkevtên  gotûbêjên aşitiyê yên vê partiyê tev dewleta  Tirkiyê ji nav herin û dewra teze ya  pevçûnên  hêzên PKK û eskerên dewleta Tirkiyê destpê bibe.

Piştî darbeya neserketî ya Tirkiyê li  Tîrmeha  buhurî ve rayedarên Tirkiyê pir hewl didin ku tevgera Xizmetê bi serokatiya Fethullah Gulen(Feto) terorîstî bidin nasandin û ji Emerîkayê xwestine ku wî radestî wan bike. Li gorî gotina  rayedarên Emerîkayê lê heya niha  belgeyeke bawerpêkirî raber nebûye ku  Gulen û tevgera  wî terorîst bidin nasandinê.  Lê dîsa jî rayedarên Tirkiyê li warê navxweyî û bi  girankirina siyaseta serkutkirina  tevgera Xizmetê û zêdekirina  pêla girtina endamê û alîgirên  vê tevegrê karîne ku tevgera Gulen wek grûpeke tereorîstî nîşan bidin

 Niha û li dewama  vê siyasetê, serokkomarê Tirkiyê li gotinên xwe yên vê dawiyê tevgera Gulenê daniye nav rêza PKK û van her du grûpan jî wek grûpên treorîst daniye nav rêza DAIŞê.

 Bi wateyeke din rexnegirên ewrûpî yên Erdogan ser vlê bawerê ne ku  serokkomarê Tirkiyê bi  danîna  tevgera Feto û PKK li kêleka DAIŞê dil heye ku  bi  îstifada ji hestên navneteweyî li dijî DAIŞê  kiryarên xwe li dijî  PKK û tevgera Gulenê rewşa û meşrû bide nîşan dayînê.

 Bitaybet ku  pêla berfireh a girtina  endamên  tevgera Gulen li Tirkiyê li hemî beşên eskerî-dadweriyê-zanîngehê yên Tirkiyê bi rexneya  hin derûdorên  ewrûpî û Emerîkayê rûbirû bûye.

Di rewşeke wiha de partiya kurdî ya Demokratîka Gelan a Tirkiyê li bara amadetiya  vê partiyê jibo rawestandina  tund û tûjî û şîdetan  li welêt agahî daye.

 HDP bi daxûyaniyekê bal kişand ser êrişên terorîstî yên  rojên buhurî li rojhilata  vî welatî û li bara  şîdetan û xetera  derketina  şerê navxweyî li vî welatî hişyarî daye.

 Ev meseleya  herçend ku  nîaşn dide  partiyên Tirkiyê bala xwe dane ser pêwîstiya  vejiyandina ewlehiyê li welêt lê wer xûya dike  dewleta ERdogan tenê riya  cihhatin û vejiyandina  ewlehiyê li welêt li gurkirina  qeyranê li Tirkiyê dibîne.

 Tekezkirina  serokkomarê Tirkiyê ser rawestana li ber PKK û tevgera Feto mîna  pêwîstiya rawestana  li ber tiştê ku wî rawestana li ber DAIŞê dizane li vê çarçêvê tê nirxandin.