Helwestên tund ên Otrîşê li dijî Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i232942-helwestên_tund_ên_otrîşê_li_dijî_tirkîyê
Otrîş bûye rexnegirê herî mezin ê Tirkîyê li YE`yê û ti rojek nîne ku yek ji rayedarên derecebilind ên Otrîşê li dijî Tirkîyê neaxivin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2016 14:55 Asia/Tehran
  • Helwestên tund ên Otrîşê li dijî Tirkîyê

Otrîş bûye rexnegirê herî mezin ê Tirkîyê li YE`yê û ti rojek nîne ku yek ji rayedarên derecebilind ên Otrîşê li dijî Tirkîyê neaxivin.

Krîstîyen Kêrn serokwezîrê Otrîşê li hevpeyvîna tev rojnama De Press`ê ya vî welatî pêşnîyara muzakireya ligel Tirkîyê li bara şêwazên hevkarîya tev Tirkîyê, dewsa muzakira li bara endametîya vî welatî li YE`yê hilêxist. Kêrn dibêje ku Tirkîye jî hez dike girêdaîyê rêketinama tev YE`yê ya têkildarî penaberan bimîne. Nabe ku ev rêketinama bi xeyala muzakireya endametîya Tirkîyê li YE`yê ra were têkelkirinê.

Sêbastîyen Kors wezîrê karên derve yê Otrîşê jî li bara serketina rêketinama ligel Tirkîyê ya têkildarî penaberan şikberîya xwe dîyar kirîye û dibêje ku nabe Ewropa bikeve ber bacistandina ji alîyê Tirkîyê va û ya baş ew e ku YE xwe sînorên xwe yên derveyî biparêze.

Rêketinama YE`yê û Tirkîyê li bara kontrolkirina penaberên sûrî niha bûye pirsgirêkek jibo YE`yê. Otrîş neyarê sereke yê vê rêketinamê ye. Dewleta Tirkîyê gef xwarîye ku heke YE`yê vîzeyê jibo welatîyên Tirkîyê jibo derbasbûna nav welatên vê yêketîyê raneke, ew ê venihêrînekê li ser rêketinama kontrolkirina derbasbûna penaberan nav axa Ewropayê bike. Ev şertê Tirkîyê jî bûye sedema hêrsbûna hin welatên ewropî nemaze Otrîşê. Hin sîyasetvanên almanî jî ji vê helwesta Tirkîyê rexne girtine û ji Angêla Mêrkêlê xwestine ku rêketinama ligel Tirkîyê ya kontrolkirina penaberan bixe ber venihêrînê.  Pêşnîyara serokwezîrê Otrîşê ya şêwazên din ên hevkarîya Tirkîyê dewsa endametîya vî welatî li YE`yê mijareke nû nine. Berî vîya Nîkola Sarkozî serokomarê berê yê Fransayê plana `` hevkarîya taybet a ligel Tirkîyê `` dewsa endametîya li YE`yê hilêxistibû. Angêla Mêrkêl serokwezîra Almanîyayê jî piştgirî dabû vê mijarê. Pêvajoya sist a muzakirên YE`yê ligel Tirkîyê ji sala 2005`ê va nîşan dide ku vê yêketîyê vîyaneke cidî jibo serxistina van muzakireyana tineye. Pêla penaberan ber bi Ewropayê derfetek jibo Tirkîyê bû ku liv û tevgerekê li pêvajoya muzakireya jibo endametîya li YE`yê pêk bîne. Li muzakireyên ku di encamê da rêketinama kontrolkirina penaberên sûrî hat wajokirinê, rayedarên ewropî hin soz dan rayedarên Tirkîyê lê, ev sozana bûn sedema nakokîyê di navbera endamên YE`yê da û hin welat nemaze Otrîş li dijî her cure dayîna serpişkîyê bo Tirkîyê derketin.

Derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê li Tirkîyê û berteka Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî bi dû vê derbeyê, gêreyên di navbera YE`yê û Tirkîyê da zêde kirin.

Dewletên mezin ên ewropî yên wek Almanîyayê hela helwesteke fermî li dijî rêketinama ligel Tirkîyê ya jibo kontrolkirina pêla penaberên sûrî nîşan nedane. Ji hêla sîyasî va kontrolkirina pêla penaberan ber bi YE`yê di destê Almanîyayê da ye. Rawêjkarîyên Angêla Mêrkêlê dema serdanên curbicur bo Tirkîyê, li dawîyê bûn sedema wajokirina rêketinama kontrolkirina penaberan. Rayedarên Almanîyayê û sîyasetvanên rastbîn ên YE`yê dizanin ku yek ji rîyên kêrhatî yên kontrolkirina derbasbûna penaberan nav Ewropayê, hevkarîya ligel Tirkîyê ye. Loma helwestên tund ên Otrîşê li dijî Tirkîyê li nav dewletên ewropî deng venade. Helbet haya Tirkîye jî ji girîngîya rêketinama ligel YE`yê  û pêşeroja hevkarîya tev vê yêketîyê heye. Helwestên tund ku carina her du alî nîşan didin jî, jibo wergirtina serpişkîyên herîzêde ji hev in.