Gêreyên navxweyî li Tirkiyê û guhertina hin siyasetan
Mehek ser darbeya neserketî ya Tirkiyê derbas dibe lê alûgurên siyasî û ewlehiyê tim ji ber kiryara eskerên tirk ketine ber bandor.
Eşkerebûna pirsgirêkên navxweyî, şopandina sebebkar û alîgirên darbeyê, hewskirina darbekiran, derxistina ji kar û şuxilên dewletî û eskerî ji wan buyerên navxweyî yên Tirkiyê li meheke buhurî bûne.
Li vê barê, Binalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê ragihand ku 81 hezar û 494 kedkar li prosa darbeya bêencam a vî welatî ji kar û postên xwe hatin derxistin.
Li gorî rapora îro ya IRIB Newsê, Binaîlî Yildirim li bara pêvajoya hilkolandina dosiya darbeya bêencam a 15 Tîrmehê li vî welatî got : Li vê dosiyê 76 hezar û 597 kes ji kedkarên dewletê bi awayekî demkî û 4 hezar û 897 kes jî tam ji kar hatine derxistin ku zêdetirî 3 hezar kes ji wan esker û hinek ji wan jî dadwer û dozger in.
Hejî gotinê ye Fethullah Gulen rêberê menewî yê nûrçiyên Tirkiyê ji sala 1999an ve li eyaleta Pênsîlwanyaya Emerîkayê jiyan dike.
Serokwezîrê Tirkiyê her wiha hişyarî da: Ger Emerîka Gulen radestî me neke renge fikr û hizrên li dijî emerîkî ya 79 milyonî yên gelê Tirkiyê dest bi dijminatiyê bikin.
Li vê barê rojnamên Tirkiyê ragihandine ku daxûyaniyên hatî weşandin ji aliyê Fethullah Gulen nîşan dide ku bernama darbeya Tirkiyê planeke 40 salî bûye.
Li gorî rapora ISNAyê, riojnama Daily Sabah a Tirkiyê nivîsî: Li dosiya ku Omer Faroq Adîner, alîkarê dozgerê giştî yê welêt li navça Bakerkoyê jibo dozgerên revyayî ya tevgera Gulenîstanan hatiye , Zekerya Oz, Celal Kara, Mehmet Yûzgeç û Fethullah Gulen li bara darbeyê axiftine ku amadebûna wê çend salan dikêşe û pêdivî ye saziyên hîndekariyê li welêt werin kontrolkirin .
Li gorî vê raporê, wer xûya dike Fethullah Gulen li axiftinekê li Îzmîra Tirkiyê ku du meha berî darbeya 12 Îlona sala 1980an cih hat, gotibû, ev tevgera destpê bûye. Lê ev kiryara tenê piştî 35 heya 40 salan dê bi dawî were jiberk u di rewşa niha nikare sere xwe bigre. Gulen li vê axiftinê herwiha ji alîgirên xwe xwestibû ku jibo hemî xwendevanan ji lîseyê girtî heya zanîngehê, xewgehê ava bikin û wan li gorî armancên xwe perwerde bikin.
Dewleta Tirkiyê, Fethullah Gulen bi rêberiya darbeya neserketî tawanbar bûye û îtirafên esferan û rayedarên sivîl ên darbekir yên têkildarê tevgera Gulen ser beşdariya vê tevgerê li darbeya 15 Tîrmerhê tekez dike. Ew yek ji wan kesan e ku li Tirkiyê li ber teqîbatê ye û Enqere hewl dide ku bi hukma girtina navneteweyî wî bigre.
Nivîsgeha dozgeriya Stembola Tirkiyê bi şandina nameyekê jibo rayedarên emerîkî daxwaza girtina Fethullah gulen kirine. Li gorî rapora Reutersê, wezarerta dadweriya Tirkiyê ev nameya gihandiye destê rayedarên emerîkî ku têde hatiye ragihandin ku dîzaynerê sereke yê darbeya bêencam a 15 Tîrmehê li Tirkiyê Fethullah Gulen bûye. Kiryara darbeyê hin siyasetên dewleta Enqerê lezgîntir kiriye.
Wek mînak Neman Kûrtûlmûş alîkarê serokwezîrê Tirkiyê got : welatê wî hevcedarê artêşekê ye ku li pey siyasetê nekeve. Li gorî rapora malpera Axarê, wî got: Tirkiye nikare bi vê artêşê bi pêşde here. Li gorî gotina Kûrtûlmûş Tirkiye jibo pêkanîna artêşke ewiha dê rewşê xweş bike û dê bighêje wê jî.
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî partiay Dad û Geşepêdanê, AKP li hember xelkê berpirsiayr da zanîn. Li gorî rapora îro ya Anadolûnewsê Erdogan ragihand: Piştî darbeya neseketî li vî welatî, AKP li hember xwsestekên hemî xelkê berpirsiyar e. karzan dibêjin serokkomarê Tirkiyê bi îstifada ji vê rewşê hewl dide asta bandor û kontrola AKP li cîvaka vî welatî zêde bike.