Siyaseta Komara Islamî ya Îranê; Hevkariya ligel Cînaran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Şirove_û_rapor-i232060-siyaseta_komara_islamî_ya_Îranê_hevkariya_ligel_cînaran
Li siyaseta derveyî ya Komara Islamî ya Îranê berfirehkirina peywendiyên giştalî ligel welatên cînar mijara sereke ye. Li ser vê esasê Komara Islamî ya Îranê ji her cure îdeya ji bo zêdekirina danûstandin û hevkariya ligel cînaran pêşwaziyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2016 12:15 Asia/Tehran
  • Siyaseta Komara Islamî ya Îranê; Hevkariya ligel Cînaran

Li siyaseta derveyî ya Komara Islamî ya Îranê berfirehkirina peywendiyên giştalî ligel welatên cînar mijara sereke ye. Li ser vê esasê Komara Islamî ya Îranê ji her cure îdeya ji bo zêdekirina danûstandin û hevkariya ligel cînaran pêşwaziyê dike.

Civîna sêalî ya serokoamrên Îran, Komara Azerbaycan û Rûsiyê ku roja duşemiyê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hat lidarxistin derfetek ji bo hilêxistina vê nêrînê û şopandina danûstandinan ji bo pêşdaxistina berjewendiyên hevpar dabîn kir. Komara Islamî ya Îranê li helwêstên xwe yên siyasî û danûstandinên xwe yên navçeyî û navneteweyî ne tenê îdeyên erênî û binirx pêşwaziyê dike belkî bi xwe jî li warê raberkirina rêkar û pêşniyaran ji bo xurtkirina aştî û ewlehî û jiyana hevpar li ser esasa rêzgirtina li mafên gelan pêşeng bûye. Ji mînakên vê nêrînê pêşniyara Îranê bo Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo serêxwegirtina armanca cîhana vala ji fanatîzm û tunrêtiyê û hevkariya ji bo têkoşîna li hemberî tundî û zêdegaviyê û rêzgirtina li çand û bawerên olî û nirxên insanî ye. Lidarxistina civîna sêalî ya Bakûyê jî ji vê hêlê va û di rewşa niha ya navçe û cîhanê xwedana girîngiyeke zêde ye. Doktor Rûhanî li beşek ji axaftina xwe li vê civînê got ku di rewşa niha ya cîhanê welatek bi tenê nikare li hemberî pirsgirêkan raweste û derfetan bi kar bîne. Rûhanî got: Bidestxistina astaeke qebûlkirî ya aştî, rehetî û geşepêdanê ji bo gelê her welatekî hewcedara danûstandin û hevkariya ligel welatên din  bi taybet welatên cînar e. Ev hêman di rastiyê da bingeh û xîma siyaseta derveyî ya Komara Islamî ya Îranê li warê berfirekirina danûstandina ligel welatên din bi taybet welatên cînar e. Eger ji vê hêlê va em li civîna Bakûyê binêrin çend pîvankên girîng hene ku girêdayî bi çarenivîsa gişt welatên navçeyê ye. Pîvana sereke meşiyana ber bi hevkariya ligel welatên cînar û bikaranîna mekanîsma gotûbêjên çendalî ye ku dikare rê ji bo çaresekirina gelek ji pirsgirêkan xweş bike. Pîvana duyem li vî warî da hebûba mijarên hevpar ên çandî û olî ye ku zemîne û derfeteke guncaw ji bo berfirekirna peywendiyên çendalî dabîn kirye. Wek mînak em dikarin amaje bi hesinriya Îran û Komara Azerbaycanê û kemilandina korîdora Bakûr-Başûr bikin. Lê pîvana sêyem li vê hevkariyê pêkanîna hevkairyên ewlehiyê ye. Civîna Bakûyê di demekê da hat lidarxistin ku pirsgirêk û kêşeyin wek têrorîsm û zêdegavî bi navê mezheb û bîrdoziyê, sûcên rêxistinkirî wek madeyên narkûtîk û hişber û tevgerên cudatîxwaz li navçeyê pirr bûne. Tecrubeyên salên dawiyê li navçe û cîhanê şahêd û belgeyek di vî warî da ye tu welatek nikare bi tenê an bi yekalîtîşopiya tam li hemberî van qeyran û pirsgirêkan bisekine. Komara Islamî ya Îranê li pratîkê da nîşan daye ku li peywendiyên duyalî ligel Rûsiye û cînarê xwe yên din li warên siyasî û aborî da li dû guhertinên kêrhatî û erênî bûye. Li ciyê ku hewcetî bi hevkariya komkî hebûye jî Îranê nîşan daye ku sozên xwe cih tîne. Hevkarî û rawêjkariyên nêzik di navbera Komara Islamî ya Îranê û Rûsiyê li çend salên dawiyê da li riya çaresekririna mijara dosyeya navokî ya Îranê, her viha hevkarî û danûstandina erênî û bikêr a du welatan li warê kontrola qeyrana Sûriyê, mînakek ji danûstandin û hevkariya navçeyî ye ku dikare li warên din n hevpar û heta hevkariyên sêalî jî were şopandin. Danûstandina sê welatên Îran, Komara Azerbaycan û Rûsiyê li gorî gotina serokê Komara Islamî ya Îranê li çarçoveke sêalî ne tenê dikare derfet û şiyanên heyî navca sê welatan li warên cûrbicûr ên siyasî, çandî û aborî xurt û qahîm bike, belki dikare bi saya pêkanîna hevgirtin û yekdengiyên, derfetên teze ji bo sekinîna li hemberî pirsgirêkên heyî li navçeyê dabîn bike. Xuya ye ku hevkarî û danûstandinên visa li dijî tu welat û aliyekî din nine belki tenê çarçovekl ji bo berfirehkirina hevkariyên navçeyî ye.