Îran
-
Selamî: Bi zûtirkê dê bajarokên mûşek û xwofirrên Îranê bên nimandin
Çile 10, 2025 15:04Serfermandarê Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî dîyar kir ku Îran roja îro di warê mûşek, xwofirr û paporan da xwedîyê şîyaneke ecêb e û got: Bi zûtirkê dê bajarokên mûşek û xwofirrên Îranê bên nimandin.
-
Iraqçî: Em piştgirîyê didin destpêşxerîyên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê
Çile 10, 2025 17:24Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Em piştgirîyê didin destpêşxerîyên Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê.
-
Rêberê Şoreşa Îslamî: Îran qûçeke stratejîk li cîhanê ye
Çile 08, 2025 20:10Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê bal kişand ser mêjûya dijminatiya Amerîkayê bi Îranê re û got: Amerîkayê muhasibetên xwe derbarê Îranê bi şaşitî kirine.
-
Hevdîtina Serokomarê Îranê û Serokwezîrê Iraqê
Çile 08, 2025 18:36Serokê Komara Îslamî a Îranê îro bi Mihemed Şiya El-Sûdanî Serokwezîrê Iraqê re hevdîtin û gotûbêj kir.
-
Pêgîriya Îranê li ser berfirekirina peywendiyên bi welatên navçê re
Çile 07, 2025 18:41Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê got, Îran bona geşkirina peywendiyan di hemû warên siyasî, aborî, çandî û zanistî bi welatên navçê û welatên dost re ji bo muzakirê amade ye.
-
Sefera Pizişkiyan ya Moskowê dê dîrokî be
Çile 06, 2025 18:10Balyozê Îranê li Rûsiyê got: Sefera serokê Komara Îslmaî ya Îranê bo Moskowê bona wajokirina rêketiftina tam û tekûz a hevkariyan ji aliyê serokkomarên her du welatan û muzakireyên ji bo jordebirina asta têkiliyan, dê sefereke dîrokî be.
-
Beqayî: Nabe Sûriye bibe navendeke ewleh ji bo geşatiya terorîzmê
Çile 06, 2025 16:11Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Divê Sûriye bêyî destwerdana aliyên navdewletî derbarê çarenivîsa xwe biryarê bide û nabe ku bibe navendeke ewle ji bo pêşketina terorîzmê.
-
Merasima bibîranîna şehîd Silêmanî
Çile 05, 2025 18:41Merasima rêzigritn û bibîranîna şehîd general Hecî Qasim Silêmanî di sala pêncan a şehîdbûna wî da bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî ya Îranê hat lidarxistin.
-
Pêncemîn sala şehadeta Hecî Qasim Silêymanî li Mehabadê
Çile 03, 2025 20:10Merasîma bîranîna pêncemîn salvegera şehadeta serdarê Dilan Hecî Qasim Silêymanî îro êvarê li komavahiya Fecrê ya Mehabadê hat lidarxistin.
-
Beqayî: Serdarên mezin ne fatihê erdnîgariyên naskirî ne, belku fatihê dilan in.
Çile 02, 2025 15:25Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di salvegera şehadeta Qasim Silêymanî de got: Serdarên mezin ne fatihê erdnîgariyên naskirî ne, belku fatihê dilan in ji ber wê jî fethên wan her tim dimînin.