-
Destûrên derengmayî li Portala Neteweyî ya Destûran jixweber tên dayîn
Kanûn 21, 2022 08:46Li gorî gotina Wezîrê Aboriyê yê Îranê, ji roja 20ê Kanûna 2022an va destûrên ku li Portala Neteweyî ya Destûran a Îranê li benda erêkirina saziyan mane, bi awayê jixweber tên dayîn.
-
Emîr-Ebdullahiyan li kêleka Civîna Baghdad-2'ê bi hevpîşeyê xwe yê siûdî ra civiya
Kanûn 21, 2022 10:54Wezîrê karên derve yê Îranê qala amadetiya Erebistanê ji bo dewama gotûbêja bi Îranê ra kir.
-
Meaşa paşdaketî ya teqawidbûyiyên beşa bijîşkîyê heta dawiya salê dê were dayîn
Kanûn 20, 2022 14:27Sergêrê Sindoqa Teqawidbûnê ya Îranê got: Bi hevahengiya pêkhatî di dewletê û Rêxistina Bername û Bûceyê da, meaşa paşdaketî ya têkildarî teqawidbûyiyên zanîngehên Zanistên Bijîşkî dê heta dawiya salê were dayîn.
-
Sebebkarên êrîşa terorîstî li Îzeya Xûzistanê hatin girtin
Kanûn 20, 2022 14:23Bi kiryara hevpar a ji aliyê Wezareta Îtilaatê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Hêza Întizamî va, du kes ji sebebkarên bûyera terorîstî li şaristana Îzeyê ya parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hatin girtin û du kesên din hatin kuştin.
-
"Bûyera terorîstî li Şahçiraxê amerîkiyên minafiq û kordil riswa kirin"
Kanûn 20, 2022 12:07Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: Bûyera terorîstî li tirba Şahçiraxî amerîkiyên minafiq û kordil riswa kirin
-
Emîr-Ebdullahiyan û Josep Borrell li navçeya Behr ul-Meyta Urdinê civiyan
Kanûn 20, 2022 11:14Wezîrê karên derve yê Îranê û Berpirsê Siyaseta Derveyî yê Yekîtiya Ewropayê civiyan û li ser mijarên eleqedar ên navçeyî û navneteweyî şêwirîn.
-
Îdxalkirina madeyên xav ên dermanî û alavên bijîşkî ji dayîna xeracê hat vavêrtin
Kanûn 20, 2022 10:26Îdxalkirina madeyên xav ên dermanî, madeyên xav ji bo podreya şîr ji bo zarokan û cîhaz û alavên bikarhatî di warê bijîşkî û dermanî da ji dayîna bac û xeracê hatin vavêrtin.
-
Çar têkoşerên Sipaha Pasdaran li başûrê rojhilatê Îranê şehîd bûn
Kanûn 19, 2022 12:28Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Biryargeha Qudsê ya Başûrê Rojhilatê Îranê qala şehîdbûna çar têkoşerên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li navçeya Seravanê kir.
-
Îran li nav pênc welatên sereke di warê Xaça Sor û Heyva Sor da ye
Kanûn 19, 2022 11:42Serokê Rêxistina Xwebexşan a Civata Heyva Sor a Îranê got: Civata Heyva Sor a Îranê di nav 192 welatan da ketiye rêza pênc welatên sereke di warê Xaça Sor û Heyva Sor li cîhanê da.
-
Hinardekirina kompot û xureka amade bo derveyî welêt sedî 50 zêde bûye
Kanûn 19, 2022 09:34Di 8 mehên destpêka sala 1401ê (Koça Rojî) hinardekirina kompota mêweyan û xureka amade anku konservkirî bi giştî derdora 186 hezar û 255 tonî bûye ku li gorî 8 mehên destpêkê yên sala 1400î bi qasî sedî 50î zêde bûye.