Du tankerên neftê yên binpêker di rêya başûrê Tengava Hormizê da teqiyan
Hêza Deryayî ya Sipahê di daxuyaniyekê da ragihand: Du tankerên neftê yên binpêker ku bi sersariya li rêzikname û hişyarîyên deryayî, di rêya neqanûnî û sexte ya başûrê Tengava Hormizê ra derbas dibûn, bi lêketina bi mînên deryayî teqiyan û şewateke giran bi wan ket.
Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye: Yek ji van keştiyan, supertankereke bi zêde ji du milyon bermîlên nefta xav bû ku di sînorê bakûrê bendergeha Xesebê da bû û tankera neftê ya duyem jî di dema derketina ji Tengava Hormizê da, di sînorê rojhilatê vê derbasgeha avî da, li mîneke deryayî ket û tûşî agirpêketinê bû.Hêza Deryayî ya Sipahê di daxuyaniya xwe da hişyarî da: Xwedanên tankerên neftê û şirketên keştiygerîyê, bila beşa mayî ya keştî û sermayeyên xwe nekin qurbanîya îdia û sozên derewîn ên fermandeyên CENTCOM’ê.