Iraqçî: Felckirina Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî bêşermî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361654-iraqçî_felckirina_rêxistina_qedexeya_Çekên_kimyewî_bêşermî_ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi rexneya tund ji astengîderxistina Amerîkayê di karên Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî pêhişyarî da: Dibe ku ev rêxistina neçar bimîne çalakiyên xwe bide sekinandin û bernameyên xwe yên sereke bisînor bike.
(last modified 2026-11-25T16:32:32+00:00 )
Tesrîn 25, 2026 20:02 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Felckirina Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî bêşermî ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi rexneya tund ji astengîderxistina Amerîkayê di karên Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî pêhişyarî da: Dibe ku ev rêxistina neçar bimîne çalakiyên xwe bide sekinandin û bernameyên xwe yên sereke bisînor bike.

 

Ebas Iraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, di peyamekî de bertek nîşanî astengîderxistinên Amerîkayê di karên Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî da û nivîsî: Ev serederî asta herî jorîn a bêşermiyê ye. Amerîka ev qas dilnîgeranê çekên navokî ye ku di piratîkê de di halê bêbandorkirina saziya cîhanî ya çavdêr li ser çekên kîmyewî ye?!

Dibe ku Rêxistina Qedexeya Çekên Kimyewî(OPCW) neçar bimîne çalakiyên xwe bide sekinandin û bernameyên xwe yên sereke bisînor bike. Amerîka bi pêkanîna berbendan li ser rêya cihanîna pêispartiya vê rêxistinê, bi zanebûn aştî û ewlehiya cîhanê dixe ber xeter û metirsiyê Ev kar serşorî ye.