Xizmetguzarî ji lehîlêketîyên Selmasê li Azerbaycana Rojava ra berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i361032-xizmetguzarî_ji_lehîlêketîyên_selmasê_li_azerbaycana_rojava_ra_berdewam_e
Di pey qewimîna lehî û avagirtinê li şaristana Selmasê ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava, 13 tîmên operasyonî yên Civata Hîva Sor bi beşdarbûna 48 hêzên alîkarîgihên li navçeyên bûyerlêketî bi raberkirina xizmetên alîkarîgihandinê mijûl bûn.  
(last modified 2026-10-24T15:48:31+00:00 )
Çirî 24, 2026 19:17 Asia/Tehran
  • Xizmetguzarî ji lehîlêketîyên Selmasê li Azerbaycana Rojava ra berdewam e

Di pey qewimîna lehî û avagirtinê li şaristana Selmasê ya ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava, 13 tîmên operasyonî yên Civata Hîva Sor bi beşdarbûna 48 hêzên alîkarîgihên li navçeyên bûyerlêketî bi raberkirina xizmetên alîkarîgihandinê mijûl bûn.  

Di pey qewimîna lehî û avagirtina rê û malên şaristana Selmasê, gundên Şorîk, Sîlab, Kaniyan, Şikriyazî û Mafîkendî ketin bin bandora vê bûyerê û hêzên operasyonî yên Civata Hîva Sor ji bo alîkarîgihandina bo navçeyên ziyanlêketî hatin şandin.
Mixabin di vê bûyerê da 3 kes ji wan keçikeke 10 salî û du mêrên 45 û 73 salî li gundê Kaniyanê canê xwe ji dest dan. Herwiha li gorî rapora operasyonî, 3 birîndar di vî gundî da hatine tomarkirin ku yek ji hêla kedkarên Hîva Sor û du kesên din jî ji hêla hêzên acîl va bo navendên dermankirinê hatin veguhestin.
Li gorî rapora herî dawî ya berhevkirî, operasyona alîkarîgihandinê, nirxandina rewşa malbatan û belavkirina kelûpelên pêwîst û alîkariya ji hêla Civata Hîva Sor va li navçeyên lehîlêketî yên şaristana Selmasê hema wisa didome.