Şehadeta şervanekî Sipahê li dû karê terorîstî yê li Sîstan û Belûçêstanê
Biryargeha Qudsê ya Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdaran bi weşandina daxuyaniyekî basa şehadeta şervanekî Îslamê di encama teqîna bombeya li rex cadê de ku terorîstan li ser rêyekî parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê danîbûn kir.
Biryargeha Qudsê ya Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdaran bi di vê daxuyaniyê de ragihand: Piştî şikestên bi rezalet û li dû hev ên terorîstên kirêgirtî yên dijmin li navçê û mirina hejmareke berbiçav ji wan û bê encamp mayîna karên wan ên xirabkarane, berê xwe dane karên tirsonek û operasiyonên kor ên terorîstî ta ku pişkek ji şikestên xwe bicebirînin.
Di vê çarçoveyê de terorîst bi danîna mînên li rex rê li ser cadeyekî parêzgeha Sîstan û Belûçêstanê, operasiyonekî din ê terorîstî cih anîn ku di encamê de şervanekî Îslamê şehîd bû. Bêguman ev karên tirsonek dê vîn û îradeya şervanên îslamê bona dabînkirina ewlehiya xelkê û berevaniya ji niştîmanê îslamî sist neke û pêvajoya nasîn, şopandin û ramalîna terorîst û kirêgirtiyên dijmin dê bi hêz û qawet heta jinavbirina wan a bi tevahî berdewam be.