Rêberê Şoreşê: Rojên bê yê pirrcoştir u geştir ji van rojana bin
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di peyamekê da bi boneya Hefteya Berevanîya Pîroz, tevî amajeya ser bûyerên ku di serdema Taxût (Pehlewî) da bûn sedema êşandina gelê Îranê, ew serdem u roja îro ya gelê Îranê dan ber hev u pêgirî kir: Rojên bê yê pirrcoştir u geştir ji van rojana bin.
Hezretê Ayetullah Seyîd Micteba Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî u Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Îranê di peyameke bi boneya salvegera destpêbûna şerê sepandî yê yekem u Dewrana Berevanîya Pîroz u mayinde ya gelê Îranê bal kişand ser hewla serdestîxwazan ji bo vegerandina Îranê bo dewrana paşdamayîn, istûxwarî, serşurî, minetdarî, hewcedarî û reşkirina navê vî welatî ji rêya sepandina şêrr di dehsalîya yekem a Şoreşê da û pêgirî kir: Tevî hewlên berfire, Pergala Islamî xurttir u biezmûntir ji berê, bi dengekî zelaltir u firrîneke bilindtir fenanî Quqnûsê rabû ser pîyan u eva bû taybetmendî u şêwaza vê pergalê li himber bûyerên ku dijmin bi rêdixist û nika ew Pergala fenanî Quqnûsê di encama zextên dijmin nemaze di du şerên vê dawîyê da, usa mezin bûye ku sîya perr u baskê xurtbûna wê daye ser warên dijmin jî. Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî, şerê sepandî yek ji hewlên herî girîng ên dijmin ji bo sekinîna himberî Pergala Komara Islamî di salên destpêka Şoreşê da zanî û got ku gelê Îranê di halekî da berevanîya ji welêt destpê kir ku ji hêla alavên pêwîst va bi gellek berberndan ra rûbirû bû, lê bi saya bawerî, berxwedan u fidakarîya gel u têkoşeran, ji serxwebûn u yekperçetîya axa welêt berevanî kir.
Di peyama rêberê qedirgiran ê Şoreşê da herwiha hatîye ku di hin rojên wê serdemê da serdestîxwazan bi operasyona rewanî u atmosfera tirsandinê, kolanê paytextê vala kirin u darbeyek dijî serxwebûnxwazîya vî gelî bi rê xistin u piştî wê 25 salan sermîyana vî welatî talan kirin; lê van rojana heft meh e ku hevwelatîyên me bi amadebûna berpirsane û pirrcoş a xwe meydan u kolanên seranserî welêt xemilandine ta ku dilê têkoşerên Islamê germ u qahîm be û dijmin bitirse.
Di dewama vê peyamê da hatîye: Çawan ku zêde ji 30 milyon îranîyan canfidabûna xwe bo welêt ragihandin û di qonaxa duyem da hema di 100 xulekên destpêkê da zêde ji 500 hezar kesî navê xwe wek canfida tomar kirin, nika kolan u meydanên seranserê Îrana islamî bi amadebûna îranîyên ji etnîkên curbicur hatîye xemilandin, amadebûnên curbicur ji wan amadebûna bi çekê heye, ta ku meydanekê saz bike ku bibe sedema nav u dengê jibo gelê Îranê u eyb, serşurî u şermê ji bo dijminên vî gelî.
Rêberê Şoreşa Islamî herwiha rêz li salvegera duyem a şehîdbûna mîrê leheng ê ereb û sembola mezin li Bereya Berxwedanê Seyîd Hesen Nesrullah girt u rêz li berxwedan u têkoşîna aşûrayî ya Şêx Ne`îm Qasim Sersekreter u têkoşerên Hizbullaha Libnanê da u got: Rojên ku Libnan nika derbas dike, rojên berbiçav u tijî-şanazî jib o hemî têkoşerên Bereya Berxwedanê û rojên piçûkbûn u serşurbûna wan kesa in ku li himber dijminê sîyonîst hêvîya xwe bi sozên derew u vala yên serdestîxwaz u xêrnexwazan va girêdane.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha tekezî ser domandina rêya Bereya Berxwedanê li Libnanê kir u got: Ezmûna gelê Îranê di Dewrana Berevanîya Pîroz da nîşan daye ku berxwedana himberî zextên bîyanîyan dikare şîyana welêt jorda bbie u welêt bigihîne serxwebûnê.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di dawîyê da pêgirî kir ku dewrana hewcedarîyê buhurîye û gelê Îranê yê rêya serxwebûn, rûmet u berxwedanê bidomîne.