Iraqçî: Bêewlehîtîya li Tengava Hurmizê encama kiryarên Amerîka u Israyîlê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360536-iraqçî_bêewlehîtîya_li_tengava_hurmizê_encama_kiryarên_amerîka_u_israyîlê_ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Bê-ewlehîtîya li Tengava Hurmizê u alozbûna hatin u çûyîna keştîyan, encama rasterast a destdirêjîyên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst e.
(last modified 2026-09-26T14:43:59+00:00 )
Îlon 26, 2026 18:13 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Bêewlehîtîya li Tengava Hurmizê encama kiryarên Amerîka u Israyîlê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Bê-ewlehîtîya li Tengava Hurmizê u alozbûna hatin u çûyîna keştîyan, encama rasterast a destdirêjîyên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst e.

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê li rex civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê di civîneke çapeemnîyê da got: Komara Islamî ya Îranê hela jî pabendê mafên navdewletî, menşûra NY û dîplomasîyê ye, lê kes nikare gefan li welatekî bixwe û êrişî ser bike u hevgav çavlirê be ku ewlehîya deryayî nekeve ber bandorê.  Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser êrişên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser Îranê u ew, binpêkirina mafên navdewletî bi nav kir û got ku binesazîyên sivîl u navçeyên sivîlnişîn jî di encama wan êrişana da tûşî zîyanê bûn.

Iraqçî pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê endamê Peymana Qedexeya Berfirekirina Çekên navokî (NPT) ye u bernama navokî ya xwe jî biaştî dizane. Wî got: Ev idiaya ku kêm maye Îran çeka navokî bi dest bixe, dereweke mezin e ku Rejîma Sîyonîst ji bo cara yekem di sala 2003yê da hilêxist u Amerîkayê u welatên ewrûpî jî wê demê dubare kirin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara Tengava Hurmizê da jî got ku Îran pabendê ewlehîya hatin u çûyîna keştîyan e, lê ew ewlehî bi gefxwarin, dorpêçkirin u kiryarên leşkerî dabîn nabe. Iraqçî derbara liyêkgiheştinama di navbera Îran u Amerîkayê ya bi navbeynkarîya Pakistan u Qeterê da jî got: Îranê piştî liyêkgiheştinama hanê, muzakireyên têkildarî babetên teknîkî bi Ummanê ra jibo hêsankirina hatin u çûyîna keştîyan destpê kir û di 2 hefteyan da, asta hatin u çûyîna keştîyan rabû nêzî sedî 60ê asta berî şêrr, lê ji ber kiryarên leşkerî yên Amerîkayê bicihanîna wê liyêkgehştinameyê hat sekinadin.

Amerîkayê dewsa bikaranîna mekanîzmên çareserkirina nakokîyan yên di liyêkgiheştinameyê da hatibûn pêşbînîkirin, dest bi destdirêjîya leşkerî kir, lê Îran dîsan bi awayekî berdewam u bi nêta xêrê derbasî muzakireyan bû.

Iraqçî herwiha got: Îranê bi saya Qeterê planeke kivş a heftrojî gîhandîye Amerîkayê. Heke şert u mercên pêwîst pêk bên, Tengava Hurmizê dikare bê vekirin û hatin u çûyîna asayî ya keştîyan di 7 rojan da destpê bibe. Idî amerîka xwe dizane kîjanê hilbijêre.

Iraqçî di dawîyê da pêgirî kir, Îran zorbêjî, gef u tirsandinê qebûl nake u di encaam zext u zorê da yê desta ji mafên xwe yên serwerîyê nekişîne.