Hevdîtinên Iraqçî li rex civîna Civata Giştî ya NT
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li rex civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê bi Wezîrên Karên Derve yên Ingilîs, Spanîya, Misr, Portogal, Bironeyî, Qibris, Polonîya, Ukrayn, u Koreya Başûr ra hevdîtin u gotûbêj pê kanî.
Seyîd Ebas Iraaqçî, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, ku ji bo beşdarbûna di civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de seredana New Yorkê kiriye, di hevdîtinekê de bi Wezîrê Karên Derve yê Ingilîsê re got: "Li gorî peymanên navneteweyî yên têkildar, Ingilîs û welatên din mecbûr in ku ji bo darizandin û cezakirina berpirsên rejîma siyonîst ji ber jenosîd û sûcên cengê tedbîran bigirin,
ji ber vê yekê Ingilîs mecbûr e ku berpirsên siyonîst ji ber jenosîd û sûcên şêrr mehkeme bike." Wezîrên Derve yên Îran û Ingilîsê di vê hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî yên Îran-Ingilîsê û mijarên herêmî û navneteweyî axivîn.
Wezîrên Karên derve yên Îran û Ingilîsê her wiha li ser têkiliyên dualî û rawêjkarîyên dîplomatîk û konsulî yên di navbera herdu welatan de axivîn.
Iraqçî her wiha bi Wezîrê Derve yê Spanyayê Jose Manuel Alvarez Bueno re civiya û gotûbêj kir. Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, pêşketinên heyî yên li herêma Rojavayê Asyayê şîrove kir û girîngiya girtina nêzîkatiyek berpirsiyarane li gorî qanûnên navneteweyî ji hêla welatên Ewropî ve li hember kiryarên êrîşkar û neqanûnî yên Amerîkayê yên li dijî Îranê tekez kir.
Iraqçî her wiha bal kişand ser dagirkerî û jenosîda berdewam a Filistîniyan û berfirehbûna êrîşkarîya Rejîma Sîyonîst li herêmê û pêgirî ser berpirsiyariya hemû hikûmetan ji bo rawestandina van êrîşan û hesabpirsîn û cezakirina sûcdarên siyonîst kir.
Di hevdîtinê de, têkiliyên dualî yên di navbera Îran û Spanyayê de jî hatin nîqaşkirin û nêrîn hatin guhertin. Iraqçî û Wezîrê Derve yê Misrê Bedr Ebdul Etî di çarçoveya 81emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de jî civiyan û li ser têkiliyên dualî û mijarên herêmî û cîhanî axivîn.
Piştî van hevdîtinan, Seyîd Ebas Iraaqçî bi Wezîrê Derve yê Portogalê Paulo Rangel re civiya û li ser têkiliyên dualî û geşedanên herî girîng ên herêmî û navneteweyî axivî û şêwirîn. Wezîrê Derve yê Îranê bi Ebdul Metîn, Wezîrê Derve yê Bruneiyê re jî civiya. Wezîrê Derve yê Îranê Seyîd Ebas Iraaqçî û hevtayê wî yê Qibrisî Renîse civiyan û mijarên girîng ên hevbeş nîqaş kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê û Wezîrê Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski jî civiyan û dema ku helwestên welatê me yên derbarê pêşketinên li herêma Rojavayê Asyayê de şîrove kirin, bêewlehiya li Tengava Hormuzê wekî encama kiryarên êrîşkar ên Amerîkayê hesibandin û girîngiya pejirandina helwesteke prensîbî ji aliyê hemû welatan, di nav de Ewropa jî, di şermezarkirina êrîşa leşkerî ya li dijî Îranê û sûcên di dema wê de hatine kirin, tekez kirin. Di vê civînê de, her du aliyan li ser têkiliyên dualî yên di navbera Îran û Polonyayê de jî nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin. Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sibiha û Seyid Ebas Araqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, li rex civîna salê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî civiyan. Di vê hevdîtinê de, her du aliyan girîngiya dîplomasiyê ji bo birêvebirina aloziyan tekez kirin û parastina kanalên ragihandinê di navbera her du welatan de pêwîst dîtin. Seyîd Ebas Iraaqçî, hevtayê wî yê Koreya Başûr, di çarçoveya 81emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê bi Komara Koreyê re jî civiya û li ser têkiliyên dualî yên Tehran-Seulê û rêyên xurtkirina têkiliyan û hevkariyê nêrînên xwe parve kirin.