Hez û meyla Çînê ji bo jordabirina hevkariyên bi Îranê re
Wezîrê Derve yê Çînê di hevdîtinekê de ligel hevtayê xwe yê îranî tekez kir ku welatê wî amade ye ku ji bo parastina maf û berjewendiyên Îranê hevkarî û diyalogê bi Tehranê re pêş bixe.
Wang Yi roja Çarşemiyê di hevdîtinekê de ligel Seyîd Ebas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, diyar kir ku rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn hîn jî ne aram e û bandorek giran li ser aştî û pêşkeftina navneteweyî dike. Bi gotina ku Tehran û Pêken şirîkên stratejîk ên giştalî ne, wî got: Çîn wekî endamek daîmî yê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî amade ye ku rolek avaker di çareserkirina nakokiyên navneteweyî de bilîze. Wezîrê Derve yê Çînê her wiha tekez kir ku Pêken amade ye ku diyalog û hevkariya bi Tehranê re xurt bike da ku maf û berjewendiyên xwe yên rewa biparêze.
Derbarê şerê Amerîkayê li dijî Îranê de, Wang her wiha diyar kir ku aloziyên di navbera herdu welatan de ne di berjewendiya hevbeş a aliyên têkildar û civaka navneteweyî de ne û em ji aliyan dixwazin ku di zûtirîn dem de vegerin ser liyektêgeheştinameya Îslamabadê. Wî her wiha destnîşan kir ku Çîn dê di diyaloga bi welatên Kendava Farsê re, rêzgirtina li serweriya ax û ewlehiya neteweyî ya hev û bi parastina avaker a berjewendiyên hevbeş ên herêmê piştgiriyê bide Îranê. Wî diyar kir ku Çîn dixwaze aloziyên herêmî belavî Yemen û Deryaya Sor nebin û banga çareserkirina pirsgirêkê bi rêya diyalog û danûstandinan kir. Wang Yi her wiha behsa rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn kir û tekez kir ku pêdivî ye mîmariya ewlehiyê ya heyî li herêmê were reformkirin û xurtkirin.
Wî behsa çar destpêşxeriyên Serokomarê Çînê Şî Cînpîng kir û got: Em pêşwaziya hewldanên bibandor ên welatên herêmê dikin ji bo parastina konseptek ewlehiyê ya hevpar, giştalî, hevkar û domdar û avakirina mîmariyek ewlehiyê ya nû ji bo Rojhilata Navîn. Wezîrê Derve yê Çînê her wiha destnîşan kir ku Pêken, wekî her car, dê alîkariya aştî û aramiyê, danûstandinên aştiyê û edaletê bike. Wang Yî, ji bilî tekeziya li ser siyaseta domdar û aram a Çînê ya li hember Îranê, destnîşan kir ku Pêken bi berdewamî di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û platformên piralî de piştgiriyê dide edaletê. Wî her wiha got: Ew ê li dijî karanîna hêzê derkeve û normên têkiliyên navneteweyî biparêze.
Di dawiya axiftina xwe de, Wezîrê Derve yê Çînê tekez kir ku Pêken amade ye ku ji bo pêşvebirina pêşketinên nû di têkiliyên Çîn û Îranê de, danûstandin û hevrêziya bi Tehranê re xurt bike. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî di vê hevdîtinê de tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Tehran û Pêkenê de kir. Iraqçî behsa zêdebûna bê mînak a rageşiyan li Rojhilata Navîn, girtina Tengava Hormuzê û berdewamiya dorpêça deryayî ya Îranê kir û diyar kir ku polîtîkayên şerxwaz ên Trump bûne sedema vê rewşê li Rojhilata Navîn û peymana Pakistanê binpê kiriye. Di hevdîtinê de, Iraqçî û hevtayê wî yê çînî li ser mijarên din ên berjewendiya hevbeş, herêmî û navneteweyî axivîn.