Berdewambûna rawêjkarîyên dîplomatîk ên Iraqçî tev hevtûşên Pakistanî, Misrî u Ummanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359818-berdewambûna_rawêjkarîyên_dîplomatîk_ên_iraqçî_tev_hevtûşên_pakistanî_misrî_u_ummanî
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di dewama gotûbêjên xwe yên bi rêya telefonê da, bi Fermandarê Artêşa Pakistanê u Wezîrê Karên Derve yê Misrê ra gotûbêj kir.
(last modified 2026-08-24T11:52:38+00:00 )
Tebax 23, 2026 16:18 Asia/Tehran
  •  Berdewambûna rawêjkarîyên dîplomatîk ên Iraqçî tev hevtûşên Pakistanî, Misrî u Ummanî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di dewama gotûbêjên xwe yên bi rêya telefonê da, bi Fermandarê Artêşa Pakistanê u Wezîrê Karên Derve yê Misrê ra gotûbêj kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê u Fermandarê Artêşa Pakistanê di vê gotûbêja bi rêya telefonê da alugurên rojavaya Asyayê u dawîn alugurên navçeyî u rêyên xurtkirina aştî, istiqrar û ewlehîya vê herêmê hilkolandin.
Iraqçî u Bedir Ebdul`atî Wezîrê Karên Derve yê Misrê jî di gotûbêja bi rêya telefonê da basa dawîn alugurên roajvaya Asyayê ji wan dawîn yên herêma Kendava Farsê u Deryaya Sor u dawîn hewlên dîplomatîk ji bo kêmkirina gêreya li herêmê kirin.
 Iraqçî u Bû Se`îdî Wezîrê Karên Derve yê Ummanê jî tevî hilkolandina rêyên destpêkirina muzakireyan, alugurên têkildarî hatin u çûyîna gemîyan li Tengerêya Hurmizê kirin û pêgirî ser bidestxistina liyêkgiheştinên piratîkî ku vejîyandina azadîya hatin u çûyîna keştîyan pêkan bikin u ewlehîya herêmê jî xurt bikin, kirin.