Hişyariya bo welatên dorhêla kendava Farsê: Alîkariya Amerîkayê nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359726-hişyariya_bo_welatên_dorhêla_kendava_farsê_alîkariya_amerîkayê_nekin
Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê hişyarî da: Her alîkarî û hênaskariya bo artêşa destdirêjker a Amerîkayê wekî hevkariya digel hêzên leşkerî yên Amerîkayê ye.
(last modified 2026-08-19T13:27:07+00:00 )
Tebax 19, 2026 16:56 Asia/Tehran
  • Hişyariya bo welatên dorhêla kendava Farsê: Alîkariya Amerîkayê nekin

Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê hişyarî da: Her alîkarî û hênaskariya bo artêşa destdirêjker a Amerîkayê wekî hevkariya digel hêzên leşkerî yên Amerîkayê ye.

Serleşker pîlot Elî Ebdullahî got: Welatên derdora başûrî ya Kendava Farsê ku bi daxûyaniyên curbicur radigihînin nahêlin Amerîka axa wan li dijî Îranê bi kar bîne, divê bizanibin ku tiştek ji çavê me veşartî namîne. Ev hejmara balefirên leşkerî, bi taybetî balefirên gîhandina sotemeniyê, li meqerên navçê bêyî agehdariya welatên mazûvan nemumkin e. Em hişyariyê didin: Her cure alîkarî û hênaskariya derheq artêşa Amerîkayê ya destdirêjker wekî  hevkariya bi leşkerên Amerîkayê re ye.