Berdevkê Sipahê: Hişê Çêkirî di şerrê dijî Îranê de şikest xwer
Berdevkê Sipaha Pasdaran dibêje bikaranîna hişê çêkirî û teknolojiyên pêşketî ji aliyê Amerîkayê ve di şerrê vê dawiyê dijî Îranê de nekarî vî welatî bigihîne armancên xwe.
Serdar Muhibî got: Amerîka di vî şerrî de daneyên ji setelaytan, xwefir, radar, sênsor û sîstimên neralavên fermandetiyê ji bo nasîna armancan û lezandina biryardayîna ji hêla leşkerî ve bi kar anî, lê ev sîstim nekarî faktorên wek yekbûn, vîn û beşdariya xelkê Îranê pêşbînî bikin. Muhêbî herwiha got: Îran bi palpiştiya li şiyana xwe ya mûşekî û xwefiran, hin pişkên şebekeya istixbaratî û berevaniya hewayî ya dijmin kire hedef. Berdevkê Sipahê şerrê vê dawiyê şerrekî têknolojîk û hevdudanî da zanîn û pêgîrî kir li rex qada leşkerî, qada medya û têknolojiya hêşê çêkirî jî ji mêhwerên sereke yên vî şerrî bû.