Berdevkê Artêşê: “Amerîkayî divê pabendî xalên lêktêgihîştinnameyê bin”
Berdevkê Artêşê, bi gotina wê yekê ku destwerdanên Amerîkayê ji bo pêkanîna rêyeke neqanûnî li Tengerêya Hormizê bûye sedema bêewlehiyê, tekez kir: “Hêzên çekdar bi awayekî bihêz, li Tengerêya Hormizê, mafên gelê Îranê diparêzin. Amerîka jî çêtir e ku hevpeymanên xwe nexe ber bêewlehîtiyê.”
Emîr Sertîp Ekremînya, tevî amajeya bi raboriya dirêj a Amerîkayê ya peymanşikênîyê, got: “Di lêktêgihîştinnameya vê dawiyê ya navbera Îran û Amerîkayê da jî ev bêsozî û peymanşikênî tê dîtin.” Emîr Sertîp Ekremînya got: “Amerîka hewil dide ku rêyeke ne-qanûnî li Tengerêya Hormizê bi cih bike; di halekî da ku her cure rêzik û tertîbatên derbasbûnê li Tengerêyê, ji aliyê Îranê ve têne sepandin.”Berdevkê Artêşê, bi gotina vêya ku Amerîkayîyan her carê ku li binke û tesîsên me xistin, bersiveke tund dîtin, tekez kir: “Dema ku lêktêgihîştinname û agirbes pêk hat, me ji vê derfetê sûd wergirt ji bo bilindkirina şiyana xwe ya şerrkirinê, bankeya armancan a me her kêlî tê nûvekirin û em ji bo hemû rewşên îhtimalî amade ne.”